Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Senator Û Kandîdê Berê Yê Serokatiya Amerîka Bob Dole di Jiyê 98 Saliyê da Koça Dawî Dike


Senator Û Kandîdê Berê Yê Serokatiya Amerîka Bob Dole
Senator Û Kandîdê Berê Yê Serokatiya Amerîka Bob Dole

Roja Yekşemê, Bob Dole, kesayetiyê siyasî yê Amerîkî û birîndarê şerê cîhanî yê duyan û endamê Komarî yê Civata Senoatrên Amerîkî bo demên dirêj weke nûnerê wîlayeta Kansas û berbijarê serokatiya Amerîka ku biserneket di sala 1996ê de di jiyê 98 saliyê da koça dawî kir.

Weqfa bi navê Elizabeth Dole Foundation, îro ragihand ku Dole yê ku rih sivik bû di xewê da jiyana xwe dest da.

Meha Şiwatê hatbû ragihandin ku Dole rastî penceşêra sîh û mêlakê hatiye ku di qunaxa dawiyê de da ye û dest bi çareseriyê kirîye.

Weqfa Elizabeth Dole bi rêya twîtera xwe got "Bi dilşewatek mezin em radigehînin ku Senator Robert Joseph Dole serê sibeya îro koça dawî kir." Herwiha got "Wî di 79 salan da bi emanet xizmeta Amerîka kir. " Senatorê berê yê Kansas Robert Joseph Dole sê caran hewildana serokatiya Amerîka kirbû, lê her carê serkeftin bidest nexistbû. Herî dawî ew sala 1996ê berbijarê partiya Komarî bû, lê li member Bill Clintonê demokrat serkeftin bidest nexist.

XS
SM
MD
LG