Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Mediya Sûrî Dibêje Çekdarên Opozisyonê ji Bingehên Herî Dawî li Gutaya Rojhilat Derdikevin


Kenalên fermî yên mediya dewleta Sûrî dibêjin, roja Yekşemê grûbên çekdarên opozisyonê bingehên xwe yên herî dawî li Gutaya Rojhilat bi cî dihêlin û ber bi Îdlbê ve diçin, ya ku li jêr kontrola çekdarên opozisyona Sûrî de ye.

Ev vekişîna yekê ya çekdarên grûba bi navê Feyleq Arahman e, li bajarê Doma ya dorpêçkirî, lê çekdarên Ceyşûl Îslam derbarê mercên xwe vekişandinê ji wan herêman ligel Rûsya di danûstendinan de ne, kanê ewê herêmê terk bikin yan jî ligel rejîma Asad bigehin pêkhatineka aştiyane.

Komîta danûstendinan şeva bûrî giha wan encaman ku, çekdarên Ceyşûl Îslam û birîndarên sivîl veguhêzin bakurê rojavayê Sûriyê, lê nezale kanê ev yek beşeke ji pêkhatina giştî ya qonaxa dawîyê ya vekişîna çekdarên opozisyonê yan na.

XS
SM
MD
LG