Ajansa nûçeyan ya Reutersê ragihand ku wezîrên derve yên welatên G7 bo berfirehkirina piştgirîya bo Ukraynayê li hev kirine.
Wezîrên welatên G7 li New Yorkê kom bûn û agahîya ser berfirehkirina piştgirîya bo Ukrayna Wezîrê Derve yê Japonya Yoshimasa Hayashi ragihand.
Serokê Rûsya Vladimir Putin do Çarşemê seferberlîg ragihand û ew daxuyanîya ser berfirehkirina piştgirîya bo Ukrayna jî piştî gefên Moskowê hat belav kirin.
Hayashi dîyar kir ku welatên G7 li hev kirine ku ew bo Ukrayna û bo parastina ewlekarîya xwarin û enerjîyê bi hev re bixebitin.
Wî bi berdewamî da zanîn ku ewê Japonya toleyên dijî Rûsya berfireh bike.
Hêjayî balkişandinê ye ku Rûsya ji Şerê Cîhanê yê Duyê vir ve cara pêşî seferberlîgê radigihîne.
Îstixbarata Amerîkî di rojên borî de dabû zanîn ku Rûsya bi kêmbûna leşkeran re rûbirû maye û zorê dide leşkerên xwe yên birîndar ku herin jinûve şer bikin.