Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Donald Tusk Jinûve Wek Serokê Civata Yekitîya Ewrupa Hat Hilbijartin


Donald Tusk
Donald Tusk

Serokê Civata Yekitîya Ewrupa Donald Tusk di hilcivîna ku li Brukselê li dar ket de jinûve wek serok hat hilbijartin.

Serokwezîrê kevn yê Polonya, Tusk, dê heta dawîya sala 2019’an seroktîya civatê bidomîne.

Di hilbijartina civatê de tenê Polonya piştgirî neda Tusk ku hikumet dibêje ew tilîya xwe dikute karên navxweyî yên wê dewletê.

Hikûmeta Polonya berê jî çend caran ew îdia ji karbidestên Ewrupî re ragihadibû, lê Tusk rexne red kiribûn.

Tusk bi daxuyaniyekê bang li hikûmeta Polonya kir.

‘’Divê hûn bi baldarî binêrin ku hûn kîjan pirê dişewitinin, çinku piştî pir şewitî hûn nikarin di ser re derbas bin. Ez vê mesajê didim hemî welatên Ewrupa, lê bi taybetî bila dengê min here Polonya’’ Tusk got.

Tusk, di navber 2007-2014’an de serokwezîrê Polonya bû.

XS
SM
MD
LG