Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Ukrayna Dibêje di Êrîşên Rûsya de 4 Kes li Donetskê Hatin Kuştin


Karbidestên Ukraynî îro Sêşemê ragihand ku di encama êrîşên Rûsya de 4 kes do Duşemê li herêma Donetsk hatine kuştin, 9 kesên din jî hatine birîndar kirin.

Walîyê Donetskê Pavlo Kyrylenko li ser Telegramê da zanîn ku du ji wan qîzeke 9 salî û kurekî 14 salî ne.

Walîyê herêma Luhansk region, Serhiy Haidai jî ragihand ku Rûsya di 24 saetan de 17 car êrîş kirine ser sîvîlên li bajarên Popasna, Lysychansk û Girske.

Wî got ku xebatên wan didomin ku derbarê qurbanîyan agahîyan bicivînin.

Karbidestên xwecîhî yên Ukraynî ragihand ku herêma Zaporizhzhia jî îro Seşemê bû armanca êrîşên roketî.

XS
SM
MD
LG