Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rûsya Giranîya Xwe Dide Girtina Herema Donetsk ya Ukrayna


Dîmeneke ji herema Donetsk ya Ukrayna
Dîmeneke ji herema Donetsk ya Ukrayna

Ajansa nûçeyan ya Reuters îro Sêşemê ragihand ku hêzên Rûsî seranserê herêma Donetsk ya rojhilata Ukrayna bi êrîşên tund kirin armanc bi mebesta destxistina zêdetir kontrola hereman.

Walîyê eyaleta Donetsk Pavlo Kyrylenko îro dîyar kir ku bajarên Sloviansk û Kramatorsk ji hêla hêzên Rûsî ve doh şev bê navber hatine topbaran kirin.
"Li herêma Donetsk cîheke bêyî topbarankirinê ya ewle nîne," Kyrylenko got.

Hêzên Rûsî roja Yekşemê bajarê Lysychansk yê li rojhilata Ukraynayê bi dest xistin, bi vê yekê kontrola herêma Lûhansk bi tevahî ket destê Rûsya.


Li gor walîyê Luhanskê Serhiy Gaidai, hêzên Ukraynayî yên ku ji Lysychanskê vekişîne, li Donetskê xetên nû yên berevanîyê ava kirine.

XS
SM
MD
LG