Wezareta Cengê ya Amerîkayê roja Sêşemê grafîkek belav kir, tê de êrîşên Amerîkayê di 10 rojên Operasyona Hêrsa Dastanî li dijî rejîma Îranê nîşan dide.
Li gor grafîkê, pranîya êrîşên asmanî yên li dijî rejîma Îranê li rojavayê welêt in, ji bakurê rojava heta bi başûrê rojava dirêj dibin.
Beşekî girîng ji van êrîşan li dijî bingehên rejîma Îranê li bajar û bajarokên Rojhilatê Kurdistanê bûne armanc.
Serfermandarê Giştî yê Hêzên Hevbeş ên Amerîkayê General Dan Caine roja Sêşemê got ku artêşa Amerîkayî ji destpêka operasyonê ve di 28'ê Sibatê de zêdetirî 5,000 armanc li Îranê kiriye armanc.
Caine got, "Êrîşên me tê wê wateyê ku me ji bo kêmkirina hejmara êrîşên mûşekî û dronan ên rejîma Îranê li derveyî Îranê pêşketineke girîng bidest xistiye."
Wezîrê Cengê Pete Hegseth ragiahnd ku îro Sêşemê dê êrîşên herî giran li dijî rejîma Îranê pêk werin.