Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Doza Chauvin de Dozgerî û Alîyê Berevankar Axaftinên Dawîyê Pêşkêş Dikin


Di doza kuştina George Floyd ku ev 3 hefteye li bajarê Minneapolis ya eyaleta Minnesota berdewam dike de îro Duşemê axaftinên bidawîkirina dozê, didomin.

Dozgerîyê îdia kir ku polîsê berê Derek Chauvin, George Floyd li nava kolanê de dirêjê erdê kiriye û bo 9 deqîqeyan 29 sanîyeyan bi çoka xwe zor daye ser stûyê wî û bêhngirtina wî asteng kiriye ku ew jî bûye sedema mirina Floyd.

Dozgerî dibêje ku jiber vê yekê divê Derek Chauvin bilî du tawanên ku ew rûbirû ye, bi sedema kuştina bê mebest jî were ceza kirin.

Tîma berevanîya Chauvin dibêje ku Floyd bi xwarina dermanên fentanîl û metamfetamîn saxlemîya xwe, kiriye xeterîyê; dijî polîsên ku hewl didan ku wî desteser bikin li ber xwe daye.

Parêzerê Chauvin îdia dike ku ev sedemana rewşa saxlemîya Floyd, ku jixwe jiber nexweşîya dil krîtîk bû, hînr xirabtir kirine.

Tê çaverê kirin ku desteya biryarderan (jurî) ku li avahîya dadgehê civîye, wê piştî guhdarkirina axaftinên herî dawî yên dozgerîyê û berevanîyê di derbarê Chauvin de biryara xwe bide.

Jibo parêzeran di derbarê dema axaftinên dawî sînordarkirina demê tuneye.

Lê, pisporên hiqûqî dibêjin ku axaftinên dirêj dibe ku bala jurîyan belav bike û kêmtir bi bandor be.

Tê pêşbînî kirin ku ku ji dozgerên dozê Steve Schleicher dest bi axaftina dawî bike û piştre dozger Jerry Blackwell jî bersîva parezgerê Chauvin, Nelson bide.

Polîsê berê Chauvin yê 45 salî, bi kuştina asta duduyan û sêyan û kuştina bê mebest asta duduyan, tê tawanbar kirin.

Dozger Steve Schleicher dê hûrguliyên van tawanbaran ji jurîyê re pêşkeş bikin.

Jurîya dozê divê bo her sê tawanbarkirinan jî biryar bide ku kiryarên Chauvin di mirina Floyd de wek sedemek girîng ya pekanînê bû û karanîna hêzê ya Chauvin ne reva bû.

Pispor dibêjin ku dibe ku dozgerî carek din daxuyanîyên şahdan, belgeyên pisporên bijişkî û yên sazîya polîsên Minneapolis ku dijî Chauvin in, pêşkeşî endamên jurîyê bike.

Herwiha, dibe ku dozgerî dîsa dîmên Floyd, dema ku Chauvin bi çoka xwe zext li ser stûyê wî dike, nîşan bide.

Biryara tawanbarîya Chauvin, divê ji hêla tevahîya endamên jurîyê ve hevpar were girtin.

Lê, jibo ku Chauvin tawanbar neyê dîtin, ewê bes be ku parêzerê wî Nelson yek ji endamên jurîyê qane bike.

Tê çaverê kirin ku parêzer Nelson karanîna Floyd ya dermanan jî jinûve bi bîr bixe.

Hevdem, Nelson dikare dîmenên vîdyoyê ku ji hêla şahidê bûyerê Darnella Frazier ve hatibû kişandin û ji endamên jurîyê hatibû nîşandan, careke din bîne rojevê û bibêje ku cîhê ku kamera sekînîye, çavê mirovan dixapîne.

Daxuyanîyên di çarçoveya darizandinê de ji hêla 14 endamên jurîyê ve hatine guhdar kirin.

Dozgerîya ku bo kuştina asta duduyan Chauvin tawanbar dike divê îsbat bike ku Chauvin dixwaze zararê bide Floyd.

Hevdem, dozgerî bo kuştina asta sêyan pêdivî ye ku îsbat bike ku kiryarên Chauvin pir xeter bûn û herwiha ew li ber îhtîmala mirinê, bê fîkar maye.

Jibo her yek tawanek cezayê herî zêde yê cuda pêdivî ye. Kuştina asta duyan dikare 40 sal, kuştina asta sêyan 25 sal, û asta duyan ya kuştina bê mebest heta bi 10 salan were ceza kirin.



Şîroveyan bibîne

XS
SM
MD
LG