Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Doza Kuştina Denîz Poyraz li Tirkîyê Careke Din Hate Paşxistin


Xwepêşandana şermezarkirina kuştina Denîz Poyraz li Îzmîrê (Arşîv)
Xwepêşandana şermezarkirina kuştina Denîz Poyraz li Îzmîrê (Arşîv)

Di 18’ê Tîrmehê de, roja Duşemê li bajarê Îzmîrê li Dadgeha Cezaya Giran ya Îzmîrê, rûniştina çaran ya doza kuştina Denîz Poyraz hate dîtin.

Di 17’ê Hezîrana 2021’an de zilamek nîjadperest Onur Gencer êrîşeke çekdarî li ser navenda HDP’ê ya Îzmîrê pêk anîbû û endama HDP’ê Denîz Poyraz kuştibû û kujer îtiraf kiribû ku ew HDP’ê weke partîyek terorîst dibîne.

Bajarê Îzmîr
Bajarê Îzmîr

Kujer gotubû ku wî berî êrîşê jî 105 caran li dora avahîya HDP’ê keşif kiriye.

Kujer Onur Gencer, di rûniştina yekê de li dadgehê amade bû ku ew rûniştin gelek aloz derbaz bibû, lewma her du rûniştinên paşin kujer ji girtîgehê bi rêya înternete beşdar bibû. Lê di rûniştina dawîn de ew li hola dadgehê amade bû.

Serokê dadgehê di rûniştina yekê yê doza Denîz Poyraz de hatibû guhertin û niha dadwereke jin dozê bi rê ve dibe.

Parêzerên Poyraz xwest ku peywendîyên Gencer bi rêxistinên tarî re eşkere bikin lê Gencer pirs bê bersîv hîştin.

Dadger biryar dabû tenê 5 parêzer dikarin pirsan ji kujer bikin. Tevî hemî dijî derketinan, dadger biryarê neguhert û çar parêzer tenê pirs ji Gencer kirin. Piranîya pirsan jî li ser çûndina Gencer ya Sûrîye, herwiha peywendîyên wî bi endamên rêxistinên tundrê û têkilîya wî ya bi rêxistinan bû.

Bavê Denîz Poyraz
Bavê Denîz Poyraz

Hêjayî bîrxistinê ye ku Gencer xebatkarê saxlemîyê bû û w di 2020’an de bi fermana Wezrata Saxlemîyê jibo sê mehan di nav tîmên saxlemîyê de li Minbicê li pişt sengera şer hatibû erkdar kirin.

Parêzerên malbata Poyraz di rûniştinê de dan zanîn ku kujer Gencer piştî vegera ji Sûrîye dest ji kare xwe berdaye, lê digel bêkarîyê şert û mercên jîyana wî baştir bûye, li otelên buha maye û gelek caran sefer kiriye û bi hin kesên ku li Sûrîye naskiriye re peywendîya xwe qut nekiriye.

Herwiha, parêzer bawer dikin ku êrîşa ser HDP’ê û kuştina Poyraz ne hewildanek şexsî ye, lê bi rêxistinî ye û li pişt kujer hêzek heye ku dewlet jî naxwaze ew têkilî eşkere bibe. Lê, kujer pirsên derbarê rêxistinan, endamên rêxistinan de bersîv neda.

Parêzer bi pirsen xwe eşkere kirin ku Gencer gelek caran beşdarî civînên bi Partîya Tevgera Netewperwer (MHP) bûye, bi parlamenterên MHP’ê re di têkilîyê de ye.

Wan herwiha îdia kir ku guman heye Gencer fermana êrîşê ji hin endamên MHP’ê birîye, lê Gencer pirsên ser MHP’ê jî bê bersîv hiştin.

Dêya Denîz Poyraz
Dêya Denîz Poyraz

Gencer li dadgehê xwe mîna mirovekî anarşîst û ehlîkeyf da nasîn û ew xwe wekî lehengekî netewî dibine ku dibêje êrîşa wî li ser bingeha rêxistinek terorî bû û Denîz Poyraz jî weke terorîst dibîne.

Roja ku Gencer êrîş kiriye, fotografên meytê Denîz li ser medya civakî belav kir lê piştî teslîm bû gelek dîmen ji telefona wî hatine rakirin. Wî got ew nizane kê dîmenan jê birine, lê parêzer dan zanîn ku Gencer telefona xwe berhêlê telefona zilamek kiriye ku ew zilam ji gelek sucên sîber ceza xwarîye.

Parlamentera HDP’ê ya Stenbolê Huda Kaya jî li rûniştinê da amade bû û ji Dengê Amerîka re got ku dema li helwest û axaftinên kujer dinêre, tê digihêje ku Gencer ne mirovek ji rêzê ye, kujerekî ku ser bîrodozîyekê perwedekirî ye.

''Ew bi zanebûn û rastexwe jibo peyameke sîyasî bide vê êrîş kiriye ku xwedî li sucê xwe derdikeve,'' Kaya bi berdewamî got.

Dê û bavên Denîz Poyraz, Fehîme û Evdila Poyraz jî ji Dengê Amerîka re got ku ew bawer nakin êrîşkar bi serê xwe biryar dabe. Ew îdia dikin ku dewlet li pişta Gencer e.

Hêjayî balkişandinê di rûniştina çaran de biryarek derneket û doz heta 10’ê Cotmehê hate paşxistin.

KHF_Doza Kuştina Denîz Poyraz
please wait

No media source currently available

0:00 0:07:19 0:00

XS
SM
MD
LG