Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Doza Kobanê de 46 Kes li Tirkîyê Hatin Desteser Kirin


Kobani trail
Kobani trail

Serdozgerîya Komarê ya Enqerê, di bergeha Doza Kobanê de lêpirsîneke nû da destpê kirin.

Di berhgeha lêpirsîna Kobanê de di nav de rêveberên şaredarîyê jî tê de di derheqa 91 kesî de biryara desteserkirinê hate dayîn. Li ser vê biryarê di 12 Avrêlê, roja Sêşemê, destpêka serê sibê de li 13 bajarî 46 kes hatin binçav kirin.

Serdozgerîya Komarê ya Enqerê di derhewê vê lêpirsînê de daxuyanîyeke nivîskî da û di derheqa kesên ku kirine binçavkirin de agahî da.

“Kesên ku di nûavakirina darayî ya bûyerên Kobanê de cî girtine, di warê madî de alîkarîya endamên PKK’ê yên mirî an jî birîndar kirine… di erheqê 91 kesî de, navenda wê li Enqerê li 13 bajarî, biryara girtinê hatiye dayîn.”

Doza Kobanê ya yekê di 26 Nîsanê 2021’an de li Enqerê destpêkiribû. Li ser vê darizandinê di sala yekê de pêla duyê destpê kir.

Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan li meclîsê di civîna grubê da di aqaftina xwe de ev operasyon şermezarî kir. Buldan dîyar kir ku desthilatî her ku hinda dike êrîşên xwe li ser Kurdan zêde dike.

Li ser vê operasyonê endamên Îtifaqa Demokrasîyê EMEP, Halkevleri, HDP, SMF, TÎP, TOP û EHP daxuyanîyeke hevpar ya nivîskî dan û ev biryara Serdozgerîya Komarê ya Enqerê şermezarî kirin.

Daxuyanîya hevparda hate dîyarkirin ku êrîşên ku li ser HDP’ê têne çêkirin wê hêza wan bêtir mezin bike û ev yek jî wiha hate dîyarkirin:

“Di destîyê serêsibê de Serdozgerîya Komarê ya Enqerê di derheqa endam, rêveber û şaredarên berê yên HDP’ê de operasyoneke sîyasî ya kûmpas daye destpêkirin. Di destê desthilatîya AKP-MHP’ê de dad wek amûrekî çewsandinê tê bikaranîn. Di derheqa HDP’ê û hêlên opozîsyonê de ev êrîşana ne yek e û ne jî dawî ye. Desthilatî çiqas hinda dike ew qas jî êrîşî sîyaseta demokratîk dike. Desthilatî dixwaze pêşî li sîyaseta Kurd û hêzên opozîsyona demokratîk bigre. Ev hemû êrîşana wê hêza me biçûk neke bêtir mezin bike.”

ED_12_04_2022_Doza_Kobanê
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:21 0:00
XS
SM
MD
LG