Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Biryara Doza Malbata Şenyaşar Eşkere Bû


Emîne Şenyaşar û kurê wê
Emîne Şenyaşar û kurê wê

Dadgeha Cezaya Giran ya Sisêyan ya Malatya doza malbata Şenyaşaran de biryara xwe eşkere kir.

Dadgehê Fadil Şenyaşar bi 37 sal û 9 meh ceza kir. Cezayê Enver Yildiz jî 18 sal in.

Doz di sala 2018an de destpêkir û Fadil Şenyaşar ji kuştinan Mehmetşah Yildiz, birayê parlamentere Partîya Dad û Pêşvebirinê (AKP) İbrahîm Halil Yildiz hat dadkirin.

Herwiha ew ji birîndarkirina 4 xizmên parlamenter jî tê tawanbarkirin. Enver Yildiz jî ji kuştina Cemal Şenyaşar hate cezakirin.

Parêzerê malbata Şenyaşar, Hîdayet Enmek da zanîn ewê li dadgeha îstinafê biryarê îtiraz bikin.

Hêjayî bîrxistinê ye ku beriya hilbjartina 2018'an de li navça Sirucê ya Ruhayê di navbera xizmên parlamentere AKP'ê îbrahîm Halîl Yildiz û malbata Şenyşaran, li dikana Şenyaşaran pevçûnek çekdarî rû da. Di buyerê de Cemal Şenşayaşar û Mehmetşah Yildiz li dikanê hatin kuştin.

Adil Şenyaşar û çar xizmên parlamenter jî birîndar bûn.

Hecî Esved Şenyaşar, bavê Fadil, Cemal û Adil, piştî pevçûnê xwest li nexweşxanê serdana kurê xwe yê birindar bike lê xizmên parlamenter li wir hem Heci Esved hem jî kurê wî yê birîndar Adil kuştin.

Dozger, lêpirsîna kuştinên li nexweşxanê nekir nav dozê û ev lêpirsîn hin temam nebûye. Herwiha biryara nepen li ser dosyeyê heye.

Evuqat Hîdayet Enmek dibêje li ba wan gûman çêbûye ku dozger dixwaze ser kuştina Esved û Adil Şenyaşar bigre.

Hun dikarin agahîyên zêdetir li ser fayla deng guhdar bikin.

KHF_04_02_2021_Şenyaşar
please wait

No media source currently available

0:00 0:04:01 0:00

XS
SM
MD
LG