Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Tirkîyê Gotûbêjên Ser Doza Girtina HDP’ê Didomin


Piştî ku Zagona Bingehîn ya Tirkîyê di 21’ ê Hezîranê 2021’an de doza girtina Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) pejirand, gotûbêjên curbicur destpê kirin.

Hin kes bawer dikin ku HDP wê bi tevahî were girtin û di derheqa sîyasetvanên wê yên ku qedexe tê xwastin de astengî jî werin çêkirin.

Hinekên din jî dibêjin ku hikûmet wê HDP’ê negire, lê alîkarîya diravî ya ji xezînê qut bike û sîyasetvanên wê ji qada sîyasetê qedexe bike.

Tevî ku îhtîmaleke lawaz be jî, hin kes jî dibêjin ku HDPê wê neyê girtin, alîkarîya xezînê wê neyê qut kirin û qedexeya sîyasî jî çênebe.

Parlamanterê HDP’ê Abdullah Koç, ku di heman demê de hiqûqzan e, dibêje ku armanca dewletê ew e ku pêşîya sîyasetvanên HDP’ê bigire ku wê bê rêvebir bihêle.

“Desthilatîya AKP’ê û MHP’ê berî her tiştî dixwaze ku pêşî li HDP’ê bigire, lê dibe ku HDP’ê negirin û tenê alîkarîya xezînê qut bikin û qedexe deynin ser rêvebir û endamên me. Di vî warî de zagona partîyên sîyasî jî destûr dide.”

Serokê Komela Mafên Mirovan (ÎHD) û hiqûqzan Ozturk Turkdogan bawer dike ku li gor Zagona Bingehîn heta HDP’e neyê girtin, qedexekirina sîyasî nikarin bidin.

“Di qanûna bingehîn de ev tişt gelek zelal e. Kesên ku di girtina partîyê de bûne sedem, heta partî neyê girtin tenê di derheqê wan de biryareke qedexekirinê ne pêkan e. Ev yek jî di qanûna bingehîn de nivîsî ye.”

Di derheqa HDP’ê de doznameya yekê di 17’ê Adarê 2021’an de hatibû pêşkêş kirin, lê Dadgeha Qanûna Bingehîn jiber hin kêmahîyan ew red kiribû. Dadgeha doznameya duyê di 21’ê Hezîranê de pejirandibû.

XS
SM
MD
LG