Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serdozger Bekir Şahîn Daxwaza Girtina HDP’ê Dubare Kir


HDP officials in front of the Constutitional Court
HDP officials in front of the Constutitional Court

Serdozgerê Komarî yê Dadgeha Bilind Bekîr Şahîn daxwaza girtina HDP’ê dubare kir û nêrîna xwe pêşkêşî Dadgeha Zagona Bingehîn kir.

Di 17 Adarê 2021an de Serdozgerîya Komarê ya Dadgeha Bilind jibo girtina HDP’ê dozname amade kiribû û doz vekiribû. Di 7 Hezîranê de jî doznameya duyê radestî Dadgeha Zagona Bingehîn kiribû.

Piştî vekolînan Dadgeha Zagona Bingehîn ev dozname di 21 Hezîranê de pejirandibû û 60 roj jî dem dabû HDP’ê ku parastina xwe bike.

HDP’ê di 5’ê Mijdarê de parastina pêşîn, ku ji 173 rûpelî û klasoreke pêk hatibû, dabû Dadgeha Zagona Bingehîn.

Dadgeha bilind jî li ser vê parastina HDP’ê, ji Serdozgerê Komarê ya Dadgeha Bilind Bekîr Şahîn parastin xwest.

Şahîn doznameya ku amade kiribû yekser bê guhertin parast û dubare girtina HDP’ê xwest û heman nêrîna xwe da Dadgeha Zagona Bingehîn.

Serdozgerîya Komarî ya Dadgeha Bilind bi daxuyanîyekê sedema daxwaza girtinê wiha eşkere kir:

“HDP ku bi çalakîyên xwe dibe sedema dabeşbûna yekîtîya dewlet û milet. Yên ku bi axaftin, çalakî û tevgerên xwe rê ji van re vekirîye 5 sal bila ji sîyasetê werin qedexekirin û bi tevahî ev daxwaz jî di Rojnameya Fermî de were weşandin.”

Doznameya herî dawî ji 843 rûpelan pêk tê û di derheqa 451 kesî de jî qedexeyên sîyasî tê xwestin.

Ji vî şundatir HDP wê li Dadgeha Zagona Bingehîn parastina devkî bike. Encama girtinê yan jî negirtine dê piştî parastina zelal be.

Dadgeha Zagona Bingehîn ji 15 endaman pêk tê û jibo girtina HDP’ê divê herî kêm 10 endam dengê erê bidin.

ED_01_12_2021_Doz_Girtin_HDP
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:15 0:00

XS
SM
MD
LG