Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Tirkîyê Biryara Beraatê ya Doza JITEM’ê Betal Dibe


Dadgeha Pêdaçûnê ya Enqere biryara berdana bersûcên doza rêxistina gladyo JITEM’ê betal kir û doz dê jinûve destpê bike.

Dadgehê di 5'ê Nîsanê de bîryara xwe daye lê roja Yekşemê biryar gihiştîye parêzeran.

Avuqatên Medet Serhat, hevjînê Pervîn Buldan, Savaş Buldan û şofêrê wî Haci Karay, Behçet Canturk, Gerînendeyê Nîfusa Altindagê Mecit Baskin, Namik Erdogan, jî di nav de li ser kuştina 19 kesan doz vebû.

Doza ku di sala 2013'an de destpê kir û Wezirê Karên Hindur yê bere Mehmet Agar, Gerînendeyê Polîsên hêzên taybet Îbrahîm Şahîn, Rêvebirê Emnîyetê Korkut Eken, polîs Ayhan Çarkin ji kuştina 19 kesan dihatin dadgeh kirin. Doz di Kanûna 2019an de bi biryara beraatê ya sucdaran encam bû.

Mecît baskin, mîdurê nifusê yê Altindaga Enqerê bû û di sala 1993an de hate revandin û kuştin.

Polîs Ayhan Çarkin di sala 2011'an de li ser kuştina Mecît Baskin îtirafan kir û gotibû ku Baskin bi biryara fermandarê rêxistina JITEM’ê hatiye kuştin.

Malbata Baskin jî li dijî Mehmet Agar û Korkut Eken, Ayhan Çarkin, Tansu Çiller doz vekirin.

Hebûna rêxistina gladyo JITEM’ê ji alîye ti hikûmetan nehate qebûl kirin. Lê Serdozgerîya Enqere di lêkolina xwe ya sala 2011'an de destnîşankiribû ku Serfermandarîya Cenderme bêyî erêkirina Wezareta Kare Navxweyî û bi însîyatîfa xwe rêxistina JITEM’ê ava kiriye.

Sedat Peker bi vidyoya roja Yekşemê îdia kir ku Savaş Buldan, Behçet Canturk dostên Mehmet Agar bûn û dema wî dest bi sîyasetê kiriye serokwezîrê wê demê Tansu Ciler û Civata Ewlekarî ya Tirkîyê bi kuştina wan qane kirîye da ku hevkarîyên wî yên li ser bazirganîya narkotik eşkere nebe.

Kurê Mecit Baskin, Eren Baskin ji Dengê Amerîka re got ku biryara dadgehê di 5'ê Nisanê de bi encam bûye lê ew roja Yekeşemê hatine agahdar kirin.

Baskin got ku malbatên qurbanîyan bi salan in ku jibo cezakirina kujeran tekoşîneke mezin didin û bi xêra tekoşina wan doz li dijî JITEM’ê vebû.

‘’Bi salan e jibo ku edalet bi cîh bibe, jibo ku Agar û hevalên wî werin ceza kirin me berxwe da. Doza heft salan bê encam ma, lê bîragiştî ya Tirkîye qet guh neda tekoşîna malbatên qurbanîyan. Niha herkes bi daxuyanîyên Sedat Peker heyirî dimîne, lê ew yên hevdû ne. Em naxwazin doza me bi vê gendelîyê were qirêj kirin. Lê emê doza xwe careke din bidin destpê kirin.’’

Hêjayî gotinê ye Pervîn Buldan jî yek ji wan dozdaran bû. Buldan li ser îdayên Sedat Peker roja Yekşemê peyamek li ser medya civakî belav kir.

‘’Bi salan e em dibêjin ku Savaş Buldan û hevalên wî ji alîye karbidestên dewletê hatin kuştin. Kujer qaşo hatin dadgeh kirin û berdan lê jibo careke din doz vebe emê dest bi hewildanan bikin,’’ Buldan got.

Hun dikarin agahîyên zêdetir li ser fayla deng guhdar bikin.

KHF_05_24_2021_Doza_JITEM
please wait

No media source currently available

0:00 0:04:14 0:00

XS
SM
MD
LG