Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Parêzeran li Enqerê Doza Kobanê Nîrxand


Lawyers for Kobani trial
Lawyers for Kobani trial

Doza Kobanê, ku di derheqa 108 rêvebirên HDP’ê de hatibû vekirin, di 26ê Nîsanê de destpê kir.

Piştî xwendina doznameyê rûniştinana duyê ji 3ê Gulanê re hate paşxistin.

Parêzerên vê dozê li Enqerê li Otela Neva Palas bi preskonferansekê ev doz nîrxand.

Hevserokên HDP’ê Pervîn Buldan û Mîthat Sancar, 200 parêzerên ku di vê dozê de parastin dikin, rêvebir û parlamanterên HDP’ê û şandeya Ewrupayê li pêşîya Girtingeha Sîncanê kom bûn.

Her du hevserokên HDP’ê xwest ku daxuyanîyeke bidin çapemenîyê. Lê li vê dere yekser rastî astengîyan hatin. Bi mertal û pasan polîsan pêşîya kamereyan girtin û destûr nedan ku çapemenî wêne bigire.

Piştî ku rûniştina yekê destpê kir, li nîva zêdetir ya salonê, polîs û leşker tê de rûniştibûn. Loma jî tenê 100 parêzer girtin hindur.

Rêvebirên HDP’ê û parêzeran dijî vê helwesta dadgehê derketin. Du re jî 100 parêzer jî ji salonê derketin. Piştî demeke di navbera parêzeran û heyeta mehkeme de lihevkirinek çêbû û 200 parêzer jî beşdarî rûniştinê bûn.

Di nav salona mahkemê de di navbera parêzeran û heyeta mehkemê de gotûbêj çêbûn. Parêzeran dîyar kir ku heyeta dadgehê heyeteke alîgir e û daxwaza guhertina wê kir, lê ew daxwaz nehat pejirandin.

Parêzerên Doza Kobanê îro bi preskonferanseke ev doz nîrxandin.

“Cîyê ku ev doz hate çêkirin bixwe ji xwe cîyekî taybet e û di nav kampusa girtingehê de hatîye çêkirin. Di alîyê din de jî şiklê çêkirina vê dozê, helwesta dozgera û nêzîkbûna wan di serî de heta dawî vê mehkeme ji dozeke hiqûqî dur dixe û dike dozeke sîyasî.”

Parlamanterê HDP’ê Îmam Taşçier ji Dengê Amerîka re got ku dadgeh ji dadgehbûnê derçûye, bûye wek şanoyeke jîyanê.

“Ev heyeta dadgehê heyeteke ji hiqûqê zedetir heyeteke sîyasî ye. Jixwe vekirina vê dozê, awayê darizandinê vê mehkemê bi her awayî wek rengekî sîyasî dide der. Loma jî ez bawer nakim ku li vê dere biryareke hiqûqî derkeve.”

Taşçier li ser helwesta polîsan jî rexne kir.

“Hevserokên me xwest ku mafên xwe yê xwezayî bi kar bînin û daxuyanîyekê bidin, lê hemû polîs bi mertalên xwe kentin navbera wan û ragihandinê. Ew hem binpêkirina mafê mirovan e û hem jî bêrêzîya çapemenîyê ye.”

ED_04_27_2021_Doza_Kobanê_Taşçier
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:07 0:00

XS
SM
MD
LG