Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Doza Kobanê Ku Ser HDP’ê Vebûye li Enqerê Destpê Kir


Rûniştina çaran Doza Kobanê li bajarokê Sîncanê ya Enqerê di Dadgeha Cezaya Giran ya 22yan de destpê kir.

Li ber bûyerên Kobanê li ser Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) bi navê “Doza Kobanê” dozek hatibû vekirin û darizandina yekemîn jî di 26ê Nîsanê de hatibû çêkirin.

Di vê dozê de Hevserokên HDP’ê yê berê Selahattîn Demîrtaş û îigen Yuksekdag jî tê de, 108 kes têne darizandin.

Jibo vê dozê di bîdayetê de nêzîkî hezar parêzvan piştgirî dabûn HDP’ê û bi sedan parêzvan jî vê dozê diparêzin.

Di rûniştînên berê de parêzer belgeya karbidestî pêşkêşî dadgehê kiribûn û herî dawî jî parastin hatibû kirin.

Hevseroka HDP’ê Pervîn Buldan li pêşîya Girtingeha Sîncanê got ku ev doz bi tevahî sîyasî ye.

Li gor parêzeran ev doz di serî de hata dawî dozeke sîyasî ye û ji alîyê desthilatîyê ve tê kontrol kirin.

Cîgirê Serokê Giştî û Serokê Komîsyona Mafên Mirovan yê HDP’ê Umît Dede got ku ev doz ne dozeke hiqûqîye dozeke qumpasê ye.

“Hem lêpirsîna vê dozê û hem jî darizandin vê dozê bi destê desthilatîya sîyasî û bi daxuyanîyên berdevkê wan hate çêkirin. Di vê dozê de her çiwas HDP’ê û sîyasetvanên Kurd armanc bigrin jî, lê armanca hîmî ewe ku hiqûqê binpê bikin û demokrasîyê ji holê rakin. Jiber vê jî em bangî hemû hêzên demokrat dikin dijî vê dozê derkevin.”

Parêzerên vê dozê jî demeke ku li ser parastinê amadekarîya xwe çêdikin. Ji van parêzvanan yek jî Cahît Kirkazak e.

Kirkazak dibêje ku ev darizandin dek û dolab e.

“Me di dema darizandinê de car dindtît ku bi tevahî ev darizandin sîyasîye ne hiqûqîye. Bi vê darizandinê ser HDP’ê de tên û bi vî jî dixwazin ku Kurdan bifetisînin.”

Li Sîncanê ev doz wê du hefte bidome û rojên Çarşemê wê darizandin nebe bi tevahî di nav 8 rojan de jî dê dawî li parastina were.

ED_20_09_2021_Doza_Kobanê
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:44 0:00

XS
SM
MD
LG