Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Jiber Dijberîya Qanûna MIT’ê Doza 6 Rojnamevanan Li Çaglayan a Stenbolê Hat Dîtin


Jiber amadekirina nûçeya kuştina endameke Rexistina Îstîxbaratê ya Tirkîyê (MÎT) li Lîbyayê ev 120 roj in 6 rojnamêvan li zindanê girtîne ku cara yekê roja Çarşem’ê derketin pêşberî dadgehê.

Runiştina dozê ya yekê li Dadgeha Çaglayan a Stenbol’ê hat dîtin. Her 6 rojnamevan bi tawana ‘’Dijberîya qanûna MÎT’ê’’ têne darizandin.

Xebatkarê rojnameya Yenî Yaşam’ê Mehmet Ferhat Çelîk, rêvebirê karên nivîsê yê Yenî Yaşam’ê Aydin Keser û nivîskarê rojnameya Yenîçag’ê Murat Agirel, Rêvebirê Nûçeyan yê Odatv’yê Bariş Terkoglu, peyamhinêrê Odatv’yê Hulya Kilinç û Revebirê Giştî yê Odat’yê Bariş Pehlîvan bi bi sîstema deng û dîmen (SEGBİS) tevlî darizandinê bûn.

Dadgehê li dijî rojnamevanan ji 8 heta 19 salan cezayê girtîgehê dixwest. Berîya darizandinê jî gelek nûnerên rexistinên çapemenîyê û hin parlementer jî doz ji nêz ve şopandin.

Herwiha berîya darizandinê jî ‘Înîsîyatîfa Haya Te Jê Heye’ daxuyanîyeke da û xwest ku rojnamevan werin berdin. Û di daxuyanîyê de hat gotin ku xebatên rojnamevanîyê têne darizandin.

Dîsa nûnerê Rêxistina Rojnamevanên Bêsînor (RSF) yê Tirkîyê Erol Onderoglu, balkişand ser vê dozê û got ku ev doz ji dozên din yên rojnamevavan cudatir e.

“Bi giştî rojnamêvanên li Tirkîyê bi qanûna terorê û ji qanûna cezayê Tirk têne darizandin. Lê ev dosya cudatir e. Rojnamevanan ji dijberîya qanûna MÎT’ê têne darizandin. Ji xwe ev 4 meh in hevkarên me girtî ne û divê edalet were bi kar anîn û rojnamevan werin berdan.”

Onderoglu di domandina axaftina xwe de bi bîr xist ku çêkirin û amadekirina nûçeyan ne dijî qanûna MÎT’ê ye û wî got “Ji xwe berîya amadekirina nûçeyê ev agahî li meclîsê jî hat parvekirin.

Darizandina rojnamevanan heta derengîya şeve dom kir û piştî parastina rojnamevan û parêzeran dadgehê biryara berdana Xebatkarê rojnameya Yenî Yaşam’ê Mehmet Ferhat Çelîk, rêvebirê karên nivîsê yê Yenî Yaşam’ê Aydin Keser, Rêvebirê Nûçeyan yê Odatv’yê Bariş Terkoglu da. Dîsa dadgehê jibo her 3 rojnamevanên din biryara domkirina girtinê da.

please wait
Embed

No media source currently available

0:00 0:02:28 0:00

XS
SM
MD
LG