Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tirkîyê 4000 Dadger û Dozger ji Kar Derxistine


Reuters’ê ji zarê Wezîrê Dadê yê Tirkîyê Bekir Bozdag ragihand ku 4000 hezar dozger û dadger jiber peywendîyên wan yên bi hewila darbeyê ji kar hatine derxistin.

Bozdag dîyar kir ku dadgehên Tirk ji alîgirên Fetullah Gulen, ku hikûmeta Tirkîyê wî wek berpirsê hewila darbeyê ya 15’ê Tîrmehê dibîne, hatîye paqij kirin.

Heta niha ji 100,000 zêdetir polîs, akademîsyen, mamoste, dozger, dadger û karmend ji kar hatine derxistin yan dûr xistin.

Sazîyên sîvîl yên welatên rojava Tirkîyê jiber binpêkirina mafên mirovan bi awayekî tund hîşyar dikin.

Herî dawî Amnesty International (Lêxweşbûna Navneteweyî), Tirkîye jiber karmendên ji kar hatine derxistin rexne kiribû.

XS
SM
MD
LG