Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dozgerîya Tirkîyê bo 10 Aktîvîstên Mafên Mirovan Daxwaza Girtinê Kir


Dozgerîya Tirkîyê, 10 aktîvîstên mafên mirovan yên ku li Buyukada ya Stenbolê hatibûn desteser kirin, bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê kir.

Di nav aktîvîstên hatine desteser kirin de, Dîrektorê Lexweşbûna Navneteweyî (International Amnesty) yê Tirkîyê Îdîl Eser jî heye.

Lêkolînerê Tirkîyê yê Amnesty'ê Andrew Gardner biryara dozgerîyê ji Twitter'ê ragihand û got ku "Li dijî dadê kempeyna lîncê bi ser ket"

Aktîvîst di 5'ê Tîrmehê de hatibûn desteser kirin. Karbidestên Amnesty dîyar dikin ku di dosyeya aktîvîstan de biryara nepenîbûnê heye û jiber vê ew nizanin ku parêzvanên mafên mirovan bi çi têne tawanbar kirin.

Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan, di Hilcivîna G20 ya li Hamburgê, bo aktîvîstan gotibû ku "Ew seba civîneke wek berdewama 15'ê Tîrmehê kom bûne û li ser agahîyên îstixbaratî hatine desteser kirin"

Li gor Neteweyên Yekbûyî (NY), aktîvîst bi endambûna rêxistina terorî têne tawanbar kirin. Berdevka Komîserîya Bilind ya Mafên Mirovan ya NY Liz Throssel dîyar kiribû ku ew bi fikar ku êşkence li aktîvîstan hatibe kirin.

XS
SM
MD
LG