Dozgerê giştî yê Erebistana Saudî, jibo 5 bergumanên kuştina rojnamevan Cemal Xaşiqcî daxwaza cezayê mirinê kir.
Ofîsa dozgerîya giştî îro Pêncşemê ragihand ku derzîyeke jahrîn ji Xaşiqcî re hatriye dayîn û dû re jî bedena wî hatiye perçe kirin.
Qûnciknivîsê Washington Post û rexnegirê Prens Mihemed bîn Salman, Xaşiqcî di 2’yê Cotmehê de li konsulxaneya Saudî ya li Stenbolê hatibû kuştin.
Karbidestên Saudî berê îdiayên ser kuştina Xaşiqcî red kiribûn, lê piştre neçar mabûn ku qebûl bikin ew di pevçûneke li konsulxaneyê de hatiye kuştin.