Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

ParlamanterêHDPê yê Îdirê Habib Eksik Destdanîna Ser Şaredarîya Îdîrê Dinirxîne


Dr. Habib Eksik
Dr. Habib Eksik

Roja Înê 4 şaredarîyên HDPê ji alîye dewleta Tirkîyê ve hatin bidestxistin û şaredarên wan bajaran ji kar hatin dûrxistin. Yek ji wan 4 şaredarîyan, şaredarîya Îdîrê (Igdir) ye.

Parlementerê Îdîrê Dr. Habib Eksik, di hevpeyvînekê de li gel Dengê Amerîkayê, bidestxistina şaredarîyan şirove kir. Dr. Eksik dibêje, "di hilbijartinên 31ê Adara sala 2019an de, HDPê bi serkeftineke mezin û bi îradeya gel di herêmê de bi ser ket."

Li Îdîrê 5 partîyên din li dijî HDPê sîyaseteke xurt meşandine, lê dîsa ji bi ser neketine. Heta niha 90% ji şaredarîyên HDPê ji alîye dewletê ve hatine bidestxistin.

Dr. Habib Eksik dibêje di tawana jikardurxistina Varedaran de, ji bilî kar û xebatên HDPyê tiştek tune ye. Ew dibejê îktîdara AKPê dixwaze karên sîyasî û yaseyî ya HDPêyê nerewa binavbike.

Wî got:

“AKP dixwaze hêmû karên HDPyê nerewa derxe, bidesxistina şaredarîyan tu bingeh tune ye, bi keyfî tên kirin û AKPê dixwaze sîstemekê ser pergala serokatîyê bimeşîne û demokrasîyê bixeniqîne. Bê yaseyî, bê hûqûqî şaredarên wan ji hatinê girtin.”

Her wiha Dr. Habib Eksik, ku bi xwe ji bijîşk e dibeje, “di seranserî dinyayê de herkes bo tenduristîya xwe, bo jîyana xwe berxwe didin, hûkûmet hewl didin ku xelkê xwe ji vîrusa koronayê biparezin, lê AKPê niha kayyuman davêje ser îradeya gel. Mebesta wan şikandina îradeya gel e, lê gel li îrade xwe xwedî derdikeve, xwepêşandanên li diji kayyuman jî nişana wê ne. Li dijî bidestxistina şaredarîyan, gelê Îdîrê derketîye kolanan tevî ku metirsîya koronayê heye. Polîs bi gazê îsot erîşe xwepêşanderan kiriye û çend endamên HDPê birindar bûne, lê Dr. Eksik dibêje rewşa wan ne giran e.”

“Em li Tirkiye riya sisîyan in, em îttîfaka demokrasîye saz dikin, em zanin, em îro ji Tirkiyî vekişin, Tirkiye wê bibe cihê derbeyan. Em wî tiştî qebûl nakin, em e tekoşîna xwe berdewam bikin.”

Ji bo guhdarkirina li hevpeyvînê lînka jêrîn veke

Dr. Habib Eksik
please wait

No media source currently available

0:00 0:08:56 0:00
Direct link


XS
SM
MD
LG