Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dr. Halîs Yerlîkaya Biryarên Normalbûnê li Tirkîyê Dinirxîne


Tirkîyê ji 30’ê Nîsanê vir ve jibo ku pêşî li belavbûna virusa korona bigire hemî xebat û jîyana normal sînor kiribû.

Serokê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan ragihand ku ewê ji 1’ê Hezîranê pê ve piranîya sînordakirinan bi dawî bikin.

Li ser vê biryarê piştî du mehan li mizgeftan nimêja Înê hat kirin. Li gor biryara hikûmetê hemî kafe, pasatane, restoran jî vedibin.

Endamê Yekîtîya Doktorên Tirk (TTB) Halîs Yerlîkaya dibêje ku ev biryar ne li gor nêrîna zanistî, lê li gor rewşa aborîyê hatiye dayîn.

"Hejmara kesên ku bi virûsê ketine li Tirkîyê zêdetir dibe. Proses bi zelalî nehat meşandin, rewşa bajaran yek bi yek nayê eşkere kirin. Gel li gor gotinên sîyasetvan tevdigerin. Lê xeterî derbaz nebûye," Yerlîkaya dibêje.

KHF_05_29_2020_Yerlîkaya_Normalbûn
please wait

No media source currently available

0:00 0:05:08 0:00


XS
SM
MD
LG