Îro salvegera 31'an ya terorkirina rêberê Kurd yê navdar Dr. Abdulraham Qasimlo ye, ku di 13’ê Tîrmeha 1989’an de li Vîyana hatibû kuştin.
Dr. Qasimlo, ku Sekreterê Giştî yê Partîya Demokrata Kurdistana Îranê (PDKI) bû, çûbû Avusturya ku li ser mafên Kurdan û otonomîya jibo Kurdistana Îranê, danûstandinan bi hikûmeta Îranê re bike.
Tevî ku kujerên Dr. Qasimlo nehat eşkere kirin, partîya wî hikûmeta Îranê bi kuştina Qasimlo tawanbar kir. Di nav bîragiştîya Kurdan de jî nerîna berfireh bi heman awayî bû.
Dr. Qasimlo ku di warê aborî de doktora wergirtibû, li zanîngehên li Çekoslovakya û Fransa mamostetî kiribû.
Dr. Qasimlo herwiha jimareke pirtûkên ser dîroka Kurdî ji nivîsîbûn.
Kurd di vê rojê de bi programên curbicur jîyan û xizmetên Qasimlo bi rêzdarî bi bîr tînin.
Kerem kin van dîmenên dîrokî yên Reutersê temaşe bikin ku Qasimlo û rêberên din yên PDKI li Mahabadê xwanê dibin