Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Draghi Hazirîyê Dike ku Wek Serokwezîrê Îtalya Bimîne


Ajansa nûçeyan ya Reutersê ragihand ku Mario Draghi hazirîyê dike ku wek serokwezîrê Îtalya bimîne.

Draghi îro Çarşemê da zanîn ku Ger partîyên di koalîsyonê de piştgirîyên xwe bidomînin ewê li ser kar bimîne.

Wî di axaftina li parlamana jorîn de ji partî û parlamanteran pirs kir ku ka ew hazir in li hev bikin yan ne û dîyar kir gelê Îtalya dixwaze ku lihevkirin çêbe.

Tevgera 5 Stêrkan ya populîst di dengdana bawerîyê de piştgirîya bo koalîsyonê red kiribû.

Draghi ser helwesta Tevgera 5 Stêrkan karvekişîna xwe ragihandibû, lê Serokomarê Îtalya Sergi Mattarella ew karvekişîn nepejirand.

XS
SM
MD
LG