Martin Fayulu, berbijarê hilbijartinên seroktîya li Komara Demokratîk ya Kongo, îro Înê got ku ewê encamên hilbijartinê bibe pêş dadgeha bilind.
Fayulu, ku wek hindaker hatibû ragihandin, îdia dike ku hîle û sextekarî di hilbijartinê de hatine kirin.
Komîsyona bilind ya hilbijartinê roja Pêncşemê ragihandibû ku rêberê rikeberî Felix Tshisekedi hilbijartin qezenc kir.
Lê, kempeyna Fayulu îdia kir ku di rastîyê de wan hilbijartin bi ferqeke mezin qezenc kir, lê komîsyonê Tshisekedi wek qezencker bi nav kir.
Hêjayî bîrxistinê ye ku anketên pêş hilbijartinê, berebijarê opozîsyonê Fayulu li pêş nîşan dida ku soza anîna demokrasî dabû.
Komara Demokratîk ya Kongo ji destxistina serxwebpnê vir ve, ji alîyê dîktatorî û rêvebirîyên leşkerî ve tê rêvebirin û xem hene ku encamên hibijartinê bibin destpêka alozîyên nû.