Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Êrîşa Drona Tirkiyê de li Herêma Pêncwîn Sê Kes Canê Xwe ji Dest Didin


Penjwin
Penjwin

Li nahiya Nalparêz ya devera Pêncwînê, b temamî li navçeya 'Miley Nemil' îro roja Înê dronekê otombîlek armanc girt di encama êrîşê de sê kesan jiyana xwe ji dest da.

Rêveberê nahiya Nalparêz Hemin Îbrahîm gote Dengê Amerîka "Bûyer roja Înê derdora saet 4ê êvarê qewimî. Otomobîl ji curê Toyota Corolla bû û sê kes di êrîşê de şewitîn."

Her wiha got "Niha cenaze li Pêncwînê ne û ji aliyê tîmeke pizîşkî ve dê bibin pişka pizîşkîya dadwerî ya Silêmaniyê. Lêkolîna derbarê bûyerê de berdewam dike."

Li aliyek din Ajansa Dijî Terorê dibêje, Tirkiye li pişt êrîşa kujer ya li Pêncwênê bû.

Ajansa Dijî Terorê di daxuyaniyekê de ragihand, ku Tirkiyê êrîşa îro li Pêncwînê pêk anî û di encamê de 3 kes hatin kuştin, ku di nav wan de "berpirsekî pilebilind yê PKKê" jî hebû.

"Li gorî pêzanînên Dije-Teror ya Kurdistanê, îro înê 11ê Tebaxê d saet 15:30ê êvarî de, firokeyeke bêfirokevan ya artêşa Tirkiyê otomobîleke şervanên PKKê li ser rêya Miley Nemle li nêzîkî navçeya Nalparêz ya ser bi navçeya Pêncwînê ya Silêmaniyê kir armanc, di encamê de berpirsekê pilebilind yê PKKê, çekdarekî din û ajokarê wê otomobîlê hatin kuştin."

Mediya herêmî, dîmenên vidoeyekê weşandin ku li derveyî cadê di nava agir de dişewite.

XS
SM
MD
LG