Bazara Hefteyî ya berhemên Çandinîyê li Helebceyê, wekî destpêşxeriyek pêwîst, bo kirîn û firotina hemî berhemên cotkarên herêmê û bibe bazarek ji bo piştgîriya cotkaran.
Li Bajarê Helebçeyê navendeke tenduristî bi lêkolînekê nîşan dide ku rêjeya jidayîkbûna zarokên xwedî pêdivîyên taybet bilind bûye û sedema vê yekê jî girêdayî kîmyabarana bajêr a sala 1988an e. Ferhan Hawramanî ronî dide ser vê mijarê.
Rêveberiya Giştî ya Çandiniyê ya Helebceyê dibêje ku heta niha ti plan ji bo hinardekirina berhemên herêmî ji wan re nehatine. lê ew bi rêyaDengê Amerîkayê cotkaran piştrast dike ku Bazara Hefteyî ya Çandiniyê ya Helebceyê dê vê Înê were destpêkirin.
Koşka Osman Paşayê Caf û Adîla Xanim ku rojekê navendeke girîng ya hikumranîya Helebce û Şarezûrê bû, îro roj hatiye paşguhxistin û bûye xirbeyeke wêran.
Çêkirina Bendava Darîyan li ser Çemê Sîrwan ji aliyê Îranê ve jîngeh, pêşeroja çandinî û ava vexwarinê li beşên mezin ên parêzgehên Helebçe û Silêmanîyê xistine bin gefên cidî. Raporta Ferhan Hewramanî bêhtir agahî hene.
Zêdetirî sedsalekê ye, ku di kûrahiya çiyayên Hewramanê de, cihek hebû ku nasnameya wê li ser "mirovahiyê berî baweriyê" hatiye avakirin. Tekîya Biyare, navendek ku 137 sal in dîrok û zanista olî tomar dike, bi oldariyek nermrê dûr ji her awayekê tundûtujiyê dersan dide.
Pêla dûrxistina karbidestên gendel ji Bexdayê ne tenê kolanên navendî hejand, lê di heman demê de hêv'yek mezin di dilê welatîyên Herêma Kurdistanê de çand. Wan dixwest ku ev helmet hemû kesên gendel û sazîyên li Herêmê bigire nav xwe.
Bombebarana Îranê ya li ser bircên ragihandinê yên li hin gundên geştiyarî yên Hewramanê, girêdanên telefon û înternetê qut kirine. Ev yek ji bo welatîyan bûye sedema nîgeranî û derketina pirsgirêkan.
Ji bo fêrbûn û pêşxistina zimanê Îngilîzî, Balyozxaneya Amerîkayê ya li Bexdayê alîkarîya darayî dide Navenda Ziman a Zanîngeha Helebceyê da ku fêrbûna zimanê Îngilîzî ji bo welatîyên Helebceyê pêş bixe.
Xortekî ji Helebçeyê, bi piştgiriya Komeleya Pizîşkên Amerîkayê, karîbû rêxistinekê ji bo zarokên xwedî pêdivîyên taybet li Herêma Kurdistanê ava bike. Bi saya wê rêxistinê, bi sedan kursîyên bi teker û perçeyên dest, ling û endamên din ên çêkirî ji wan re peyda kirine.
Salekê piştî ku Helebçe bû parêzgeha 19emîn a Iraqê, hikûmeta Iraqê hîn jî ti proje ji bo bajêr pêk neaniye. Parêzgarê Helebceyê dibêje ku ew ê meha bê serdana Bexda bike da ku bi Serokwezîrê Iraqê yê nû Elî Zeydî re bicive daxwazên parêzgehê bigihîne wî.
Herêma Hewraman jî weke hemû herêm û xwezaya Kurdistanê giringîyê bi giyayên xwezayî û buharê dide. Ev giya hem ji bo xwarina rojane û hem jî weke derman tên bikaranîn, ji bilî ku gelek malbat debara jiyana xwe pê derbas dikin.
Welatiyên Helebce piştî rastî êrîşên kîmyabaranê tên, koçberî Îranê dibin, paşî bi biryareke lêbûrîna giştî ya rejîma Îraqê tên xapandin, lê di dema vegerê de hêjî bi rê de siwarî otombîlên leşkerî tên kirin û wan dibin zîndanên li biyabanên başûrê Îraqê.
Ji dema ku şerê li dijî rejîma Îranê ve li 28ê Sibatê hatîye destpêkirin, weke gelek herêm û welatan, Îran bi mûşek û dronan êrîşî Herêma Kurdistanê dike. Van êrîşan bandor li tevgera geştîyaran û nebûna bazarê li devera Hewramanê ya Helebceyê kirine.
Ji ber êrîşên mûşekî yên Îranê, sektora geştiyarî ya Helebçe û Hewramanê lawaz bûye û bê geştiyar maye û xwediyên projeyên geştiyarî jî zirar dîtine.
Kesûnasên qurbanîyên komkujîya Helebce û rêveberîya parêzgeha Helebce, ji ber nebûna ewlehîyê tenê bi danîna qefdên gulan li ser gorên qurbanîyan salvegera 38an a komkujîyê bi bîr tînin.
Jiber cihê erdnîgariya herêma Hawramanê, hejmarek zêde ya darên kezwanan hene, her sal di demsalên cuda de, berhemên herêmê jibo xwarin û vexwarinê tên amadekirin û ji darên kezwanan benîşt jî tê berhevkirin û bi rîya kargehan benîştê bi navê "Benîşê Kurdî" tê amade kirin û li bazaran tê firotin.
Bi alîkariya peymangeha Almanî 'Goethe-Institut' li Îraq û Herêma Kurdistanê grûpa mûzîkê ya Yesna şeveke mûzîkê li Helebce pêşkeş kir, bi awaz û mûzîka xwe mêhvan dilşad kirin.
Dayîka Sebriya yek ji qurbaniyên Kîmyabarana Helebce ye, ku berî 36 salan zarokên wê di kîmyabarana Helebce de canê xwe ji dest dabûn, ew jî weke sedan dayîkan her sal qurbaniyên xwe li bîr tînin û birîna wan kûrtir dibe.
Pirtir bar ke