Çavdêrîya Sûrî ya jibo Mafê Mirovan (SOHR) îro Sêşemê ragihand ku Tirkîyê bi 2 dronan êrîşê derdora Nexweşxaneya COVID ya Neteweyên Yekbûyî (NY) ya li nêzî Qamişlo kir.
SOHR dîyar kir ku li gor agahîyên destpêkê di êrîşa dronên Tirk de herî kêm 4 kes hatine kuştin ku nasnameya wan hîn nehatiye zanîn.
SOHR bal kişand ku di encama êrîşan de birîndar jî hene û dibe ku hejmara kuştî û birîndaran zêdetir be.
SOHR dîyar kir ku li herêma ji hêla dronên Tirk ve hatiye êrîş kirin bazar, xanîyên sivîlan û îstasyoneke şewitê heye.
Karbidestên Revebirîya Bakur û Rojhilata Sûrîyê heta niha ser bûyerê ti daxuyanî nedaye.
SOHR ragihand ku bi êrîşa îro, ji destpêka 2022’an û vir ve hejmara êrîşên dronên Tirk yên dijî herêmên di bin kontrola Rêvebirîya Xweser ya Bakur û Rojhilata Sûrîyê giheştîye 50 êrîşan.
Di van êrîşan de 3 sivîl hatine kuştin ku du ji wan zarok bûn. Dîsa, di wan êrîşan de 13 ji wan jin, 37 şervan hatine kuştin û pirtir ji 77 kesên din jî birîndar bûne.
SOHR êrîşên dronên Tirk yên li serenserê herêmê yên ji destpêka 2022’an û heya niha wiha dîyar kir:
• Rêbendan: Di sê êrîşan de 3 kes hatin kuştin û 13 kes jî birîndar bûn.
• Sibat: Di 10 êrîşan de 8 kes hatin kuştin, di nav wan de 2 zarok û şervaneke jin ya HSD’ê û 21 kesên din jî birîndar bûn.
• Adar: Di du êrîşan de 2 kes birîndar bûn.
• Nîsan: Di 11 êrîşan de 6 kes hatin kuştin û 3 jê jin 19 kes jî birîndar bûn.
• Gulan: Di çar êrîşan de sê kes hatin kuştin ji wan jin û 7 kesên din jî birîndar bûn.
• Hezîran: Di sê êrîşan de şervanekî HSD’ê hat kuştin û 5 jî birîndar bûn.
• Tîrmeh: Di sê êrîşan de sivîlek û 7 ji wan jin, 13 şervanên HSD’ê hatin kuştin û 10 kes jî birîndar bûn.
• Tebax: Di 8 êrîşan de 2 zarok, 4 zilamên nasnameya wan nediyar û 3 şervanên HSD’ê hatin kuştin.