Cîgirê Serokê Partîya Çep ya Demokratîk (DSP) Onur Îste karvekişîna xwe ragihand.
Îste ser karvekişîna xwe got ku ew tim li cîhê xwe ye.
DSP’ê îro Înê ragihandibû ku ewê di hilbijartinên 14’ê Gulanê de piştgirîya Erdogan bike.
Serokê DSP’ê Onder Aksakal dîyar kiribû ku ew nakevin hilbijartinê, lê ewê bi Partîya Dad û Pêşveçûnê (AKP) re hevkarîyê bikin.
‘’Em nakevin hilbijartinê, emê bi lîsteyên AKP’ê li parlamanê bin’’ Aksakal gotibû.
Karbidestên AKP’yî îro Înê serdana Navenda Giştî ya DSP’ê kiribûn.
Jêder: Twitter