Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Du rêberên El-Qayde li Îraqê Hatin Kuştin


Karbidestên Îraqî û Amerîkî dibêjin di operasyoneka hevbeş ya Amerîkî-Îraqî de du rêberên El-Qayde li Îraqê hatin kuştin.

Serokwezîr Nûrî El-Malikî dibêje rêberê El-Qayde li Îraqê Ebu Eyyûb El-Mesrî û karbidestê mezin yê El-Qayde Ebu Omer El-Bexdadî roja Şembî ji layê hêzên Îraqî ve û bi piştevaniya hêzên Amerîkî hatin kuştin.

Karbidestên Amerîkî û Îraqî dibêjin herdu karbidest di hêrişekê de li nizîkî bajêrê Tikrît hatin kuştin.

Di konferanseka rojnamevanî de roja Duşembî, serokwezîr Malikî wêneyên termên wan du rêberên El-Qayde belav kir.



XS
SM
MD
LG