Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Du Teqînan li Bexdayê 26 Kuştî li Pey Xwe Hêlan


Roj Şembîyê du otombîlên bombrêjkirî li Bexda ya paytextê Îraqê teqîn û di encam de herî kêm 26 kes hatin kuştin.

Ew du teqîn li devera Kazimîye çêbûn û oldarên şîe kirin armanc yên beşdarî rêûresma salvegera kuştina Îmam Mosa Kazim bûn, ku di be nevî-çirkê Muhammad Pêxember.

Teqîn çend kîlometran dûrî zîyaretgeha Îmam Kazim rûdan, û li gor raportên destpêkî bi dehan kes jî di wan êrîşan de birîndar bûne.

Roja Şemê, roja dawîyê bû li wê rêûresma olîya Şîeyan ku her sal birêve diçe.

Hejî gotinê ye ku roja Çarşemê jî li despêka rêûresmê, di êrîşekê de 72 kes hatin kuştin û 260 kes jî birîndar bûn.

Roja Şemê malpera grûpek zanîyarîyê bingeh li Amerîka dazanîn, darûdestekên al-Qaida li Îraqê xwe wek berpirsyarê êrîşên pêştir daye nasandin.

XS
SM
MD
LG