Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

2 Kes jiber Êrîşa Meha Borî ya Hember Xwepêşanderên Kurd Hatin Girtin


Du Amerîkîyên ku bi eslê xwe Tirk in, jiber êrîşa ser xwepêşanderên aştîxwaz êvara Çarşemê hatin girtin.

Di serdana Serokomarê Tirkîyê Recep Erdogan ya li Washingtonê de, li pêş xanîyê balyozxaneya Tirk, di navbera alîgirên Erdogan û xwepêşanderên dijî wî de alozî çêbûbûn.

Di girjîyê de 11 kes birîndar bûbûn ku 9 ji wan bo nexweşxaneyê hatibûn veguhastin.

Polîsên Amerîkî dîyar kir ku Eyup Yildirim yê li New Jersey û Sînan Narîn yê li Virginia, jiber êrîşkirina ser xwepêşanderan hatine girtin.

Êrîşa li dijî xwepêşanderan di bîragiştî ya Amerîka de deng vedabû. Karbidestên Amerîkî li dijî Tirkîyê bertekên tund nîşan dabûn û xwestibûn ku hesabê êrîşî were pirsîn.

Hefteya borî jî Kongresê bernîvîsa şermezerkirina parêzkarên Erdogan pejirandibû û Tirkîye şermezar kiribû.

Amerîka Du Hemwelatîyên Tirk jiber Êrîşa Ser Xwepêşanderan Desteser Dike
please wait

No media source currently available

0:00 0:01:28 0:00

XS
SM
MD
LG