Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serok Trump: DUBAI Û Îsraîl Bo Têkiliyên Dîplomasî Yên Tam Lihevkirin


Serok Trump, Melech Friedman û Jared Kushner
Serok Trump, Melech Friedman û Jared Kushner

Roja Pêncşemê Serokê Amerîka Donald Trump got, Îmaratên Arabî yên Yekgitî û Îsraîlê lihev kirin ku peywendiyên dêplomasî yên tam hebin di çarçova rawestandina girtina erdê Filistînyan yê ku dixwaz in dewleta xwe li ser ava bikin.

Ev ragihandin dike ku Îmaratên Arabî yên Yekgirtî yekemîn dewleta Kendavê be û sêyemîn welatê Araban be ku têkiliyên xurt ligel Îsraîlê hebin.

Koşka Spî derbarê daxuyaniya serok Trump ya li ser têkiliyên Îsraîl û DUABI twîtek weşand û di twîtê da, peyva serok Trump hatiye weşandin û dinivîse ku ji ofîsa glover daxuyanî ragihand "Pişt 49 sala, Îsraîl û Îmaratên Arabî yên Yekgirtî bi temamî têkiliyên xwe yên dîplomatîk asayî kirin."

Serok Trump bi xwe jî twîtek derbarê bûyerê weşand û ji ofîsa glover gote rojnamevanan ev "birastî demek dîrokî" ye.

Herwiha Trump got "Piştî şkestina dîwarê sarbûnê, ez pêşbînî dikim ku hêj welatên Arabî û Îslamî heman pêngava Îmaratên Arabî yên Yekgirtî biavêjin".

Serok Trump daxuyanî ya hevbeş ya sêalî di navbera Amerîka, dewleta Îsraîlê û Dewleta Îmaratên Arabî yên Yekgitî da weşand.

Naskirina Îmaratan ya Îsraîlê serkeftinek dîplomasî kêmcarîye bo serok Trump berî hilbijartinên serokatiyê li meha Mijdarê.

Lê jibo hewildanên serok Trump jibo bidawî anîna şerê li Afganistanê berhemê wê ne zelale, herwiha hewildanên aştiya di navbera Filistînî û Îsraîlê da pêşketinek peyda nebûye.

Îmaratên Arabî û Îsraîl du hevpeymanên herî nêzîk yên Serok Trump in.

XS
SM
MD
LG