Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokê Polonya Duda Dibêje Ew Dikare bi Trump re Bicive


Serokê Polonya Andrzej Duda îro Sêşemê got ku ew dikare vê hefteyê di serdana New Yorkê de bi Serokê berê yê Amerîka Donald Trump re bicive.

Karbidestekî kempeyna Trump jî piştrast kir ku dibe ku civîna Duda û Trump çêbe.

Ajansa nûçeyan ya Reutersê ji zarê jêderekî ragihand ku Duda û Trump wê roja Çarşemê li Trump Tower ya li Manhattanê bicivin.

Duda yê neteweperwer, ku sala 2015’an dawî li seroktîya wî tê, dema seroktîya Trump yek ji hevbendên wî yên nêz bû.

Cîgirê payabilind yê serokê Polonya jî dîyar kir ku ew danûstandinan didomînin.

Duda berî li firokê siwar be ji rojnamevanan re got ku li gor bernameyê dibe ku ew bi Trump re bicive.

Hin ajansên nûçeyan berê dîyar kiribûn ku Duda wê xêncî civîna bi Sekterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonio Guterres re civîneke ne fermî jî çêke.

Trump ku jiber doza ser pereyên huşkirinê li New Yorkê li dadgehê ye, berî hilbijartinên seroktîyê yên Amerîka bi Serok Joe Biden re di pêşbirkeke xurt de ye.

Gelek rêberên Ewrupî ketibûn fikaran ku bi seroktîya Trump rew wê piştgirîya Amerîka ya jibo Ukrayna ya cîrana Polonya û NATO kêm bibe.

Polonya hevbendeke nêz ya Ukrayna ye û hem Duda hem jî serokwezîrê lîberal Donald Tusk bang li parlamanterên Amerîkî kirin ku piştgirîya 60 mîlyar dolarî ya jibo Ukrayna bipejirînin.

Tusk û Duda her çiqas jiber polîtîkayên navxweyî dijî hevdu disekinin jî dibêjin divê piştgirîya jibo Ukrayna bidome.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG