Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Piştî Çend Rojan ji Serdana Washington 'Al Thani' Serdana Tehran Dike


Sheikh Mohammed bin Abdulrahman Al-Thani
Sheikh Mohammed bin Abdulrahman Al-Thani

Wezîrê Derve yê Qeterê Şêx Mohammed Bin Abdulrahman Al Sanî( Al-Thani) gehişte Tehranê bi sedanekê ku pêşwext nehatbû plan kirin û li gel serokê hilbijartî yê Îranê Îbrahîm Raîsî kombû, serdana wî ya Tehranê çend rojan piştî serdana wî ya Amerîka pêkhat.

Al Sanî herwiha li gel hevpîşeyê xwe yê Iranî, Mihemd Cevad Zerîf kombû daku derbarê "nûtirîn tişt di têkiliyên dualî yên Komara Îslamî ya Îranê û dewleta Qeterê de gotûbêjan bikin, herwiha li ser giringtirîn pirsên herêmî û cîhanî biaxivin." Weke wezareta derve ya Îranê di daxuyaniyê de dibêje.

Piştî hevdîtina li gel Zerîf, wezîrê Qeterî hevdîtin li gel Raîsî pêkanîn, ev jî yekemîn berpirsê biyaniye çav bi Raîsî dikeve, piştî ku di hilbijartinên 18 ê Hezîranê de yên serokatiyê serkeftin bidest xistî.

Raîsî tekez kirîye ku Komara Îslamî "Xebatê jibo xêrxwaziya hemîyan dike, " weke ajansa IRNA ya fermi ragihandî.

Ev serdana wezîrê Qeterî wî çaxî pêkhat piştî ku hevdîtin ligel hevpîşeyê xwe yê Amerîkî Antony Bilnken roja Pêncşema borî li Washington pêkanîn, wezîrê Qeterî ligel hevpîşeyê xwe yê Amerîkî "Derbarê guherînên li ser asta herêmê pêk tên, bi taybet derbarê rewşa li Afghanistan, Îran, Sûriya û Felistînê rû didin, axivîne." Weke daxuyaniya wezareta derve ya Qeterê ragihand bû.

Al Sanî di wê hevdîtinê de tekez li ser "Pêwîstiya giring ya diyaloga vekirî û zelal di navber Civata Hevkariya Kendavê û Îranê de kir, da ku aramî li herêmê peyda bibe."

Serdana berpirsê Qeterî ya Amerîka û komarî Îslamî ku dojminên hev yên ser hişkin di wî çaxî de pêktê ku Tehran û Washington di diyalogeke ne rasterast ya vejiyandina peymana bernama navokî dane.

Peymana ku sala 2015ê pêkhatbû, delîvek bû ku gelek sizayên aborî yên liser Îranê hatbûn danîn rabibin, li hemberî ku Îran Bernama xwe ya navokî rawestîne û tekezê li ser Bernama aştiyane bike, lê peyman kete jêr gefan, ji dema ku serokê berê yê Amerîka Donald Trump sala 2018ê Amerîka ji peymanê vekişandî û cardî sizayên giran li ser Tehranê feriz kirîn.

Îranê biryar da ku ji rawestandina pîtandina Yuranyomê vegere û dest ji pêgirîyên xwe yên sereke berde.

Îranê û aliyên beşdar di peymanê de ( Brîtanya, Fransa, Rûsya, Çîn û Almanya) li destpêka Nîsanê dest bi diyalogê kirin li Vîyenna bi beşdariya Amerîka ya ne rasterast, bi armanca ku bigehin çareseriyekê bi şêweke bingehîn ku Washington vegere nava peymanê û sizayan hilîne, li hember ku Îran hemû pêgiriyên xwe yên peymanê bicih bîne.

Ji meha Nîsanê heta meha Hezîranê 6 geştên diyalogê pêk hatine. Tehranê jî tekez kirîye ku ewê diyaloga Vîyenna berdewam nekin heta ku serokê nû yê mihafizkar Îbrahîm Raîsî li şûna Hesen Ruhanî dest bi karê xwe bike li destpêka meha Tebaxê.

Raîsî Dibêje, Karê Pêşî Welatên Cîran in

Di hevdîtina îro ya Raîsî li gel wezîrê Qeterî Al Sanî de gotiye, "Welatên cîran dê karê pêşî yê hikûmeta dahatî ya Tehranê be."

Hikûmeta Duha berî niha amadekariya xwe diyar kirbû, ku ewê rê xweş bike di navbera do hevdijan de, Erebistana Saûdî û Îranê û hewil bide ku têkiliyên her du welatan baş bike piştî qutbûna têkiliyan di sala 2016ê de.

Tehran û Riyaz vê dawiyê dabûn zanîn ku wan bi navbeynkariya Îraqê dest bi diyalogê kirine bi hêviya ku bigehin "Lihev hatinek hevbeş".

Piştî ku Raîsî hat hilbijartin gotbû, "Ti astengî" êdî jibo vegerandina têkiliyên dîplomasî nemane.

Serdana Al Sanî dîsan di wî çaxî de pêk tê, dema ku Amerîka vekişîna hêzên xwe li Afganistana cîranê Îranê bidawî dike, ku tevgera Talîban êrîşên berfireh encam dide, kontrola gelek herêmên welat kirîye..

Duha amadekariyan dike bo destpêkirina geşteke nû ya danûstandinan di navbera hikûmeta Afganî û tevgera Talîbanê de, wek hatiye zanîn ku vê mehê Îranê her du aliyên nakokbar yên Afganistanê bangî Tehran kirbûn û ew piştevanî kirbûn jibo "Standina biryarên bi zehmet" jibo çareserkirina nakokiyan bidin.

Di dema hevdîtina bi Al Sanî re, Îbrahîm Raîsî tekez li ser "Pêşxistina aramiyê û ewlekariyek domdar kirîye, li ser bingehê hevkariyek bi bawer di navbera welatên li herêmê û nehiştina destxistina biyaniyan bi şêewek praktîkî." Weke ajansa IRNA dibêje.

XS
SM
MD
LG