Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kolana Duhokê Bo Rewşa Afganistanê Çi Dibêje?


Afganistan
Afganistan

Cihan tev bi vekişana hêzên Amerîka ji Afganitanê û kontrol kirina bilez ya bizava Taliban bo piranîya herêmên Afgnaistanê û bi taybet paytextê wê yê stiratîcîjîk Kabul di demek gelek kêm da ku nedihat çaverê kirin.

Ev yek bûye mijara here germe li ser astê cihanê. Serok Joe Baedn gotarek pêşkêş kir û di gotara xweda got, me her tişt jibo Afganiyan kir lê ew di amadenebûn bergirîyê ji welatê xwe bikin.

Ev gotara serok Biden bûye mijara rojevê û dîd û bûçûnên cîyawaz bi xweve digire li ser astê nêv netewî.

Li parêzgeha Duhok jî, me xwes ku nêrîna çend kesên bispor wergirîn ka dîtina wan çiye li ser gotara Biden û nêrînên wan li ser vekêşana bilez ya hêzên Amerîka li Afgnaistanê û aya ew senaryoya Afganistanê dê li Îraqê dubare bibe?

Mamowstayê zanîngeha Duhok Rewan Subhî gotara serok Biden bi gotarek şkestî li qelem dide û di bêje ku Amerîka hizir nedkir dê wesa bi lez Taliban Afganistanê kontrol bike.

Şirovekarê siyasî Cemal Çelkî dîtinek din heye li ser vekêşana hêzên Amerîka ji Afganistanê û girêdana wê bi rewşa Îraqê ve û dibêje, "eger em hevberkirnekê bikîn di gel rewşa Îraqê herçende ciyawazî heye di navbera Afgna û Îraqê de, lê eger kêşeya gendeliyê li Îraqê û Kurdistanê neyê çarekirin qonax û rewşek metirsîdar li pêşiya ayîndeya deverê heye".

Cihê amêjêye xelkê Îraqê û yê herêma Kurdistanê metrsiyek li cem peyda bûye ku heman senaryo li Îraqê jî dubare bibe û gûpên tundrê cardî geşe bikin û bibin gef li ser jiyana welatîyan.

Raporta Duhok 17 08 2021
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:09 0:00

XS
SM
MD
LG