Serokê herêma Kurdistanê Nêçirvan Barzanî roja Yekşemê serdana bajarê Silêmaniyê kir bi armanca beşdarî di xola derçûna serbazî de kir ya ku li Qereçiwalan pêkahtî û xula rahênaên leşkerî bidawî hatî.
Nêçîrvan Barzanî serokê hikûmeta Herêma Kurdistana Îraqê di dema serdana xwe de li gel layenên sîyasî li Silêmanîyê kombûn pêkanîn.
Ev kombûne berhevîne jibo kombûnek bilind li ser astên kesê yekê yên hizban li serokatîya herêma Kurdistanê jibo çareserkirina kêşeyên girêday herêma Kurdistanê çi li ser astê navxwe yan jî li ser astê Îraqê.
Di wê serdanê da Nêçîrvan Barzanî bo kenalên ragehandinê axivî û amaje bi çend xalan kir û got, "Giringe em pêkve kar bikîn jiber ku çarenivîsê me nihe û li paşerojê her yeke," derbarey peywendîyên PDK û YNK Barzanî got "niha peywendî baştrin ji caran."
Di layekê din yê axftina xweda derbareyî kêşên Bexda û Hewlêrê Barzanî got,"me namek bo UN Netewên Yekbûyî nivêsaye da di harîkarbin ji bo çarekirina kêşên me û Bexda di çarçovê destorê Îraqê da."
Li dor vê serdanê û kombûnên hatîn encamdan, li Duhok me çend welatî wergirtin ka ta çi ast vê carê di geşbînin li ser wan kombûna ji bo çarekirîna kêşên di navbera layenên Kurdî da, pêşî Zagroz Berwarî yek ji pêşmergên kevin û roşenbîr got "destpêşxerîya serokê herêma Kurdistanê berêz Nêçîrvan Barzanî ez wek takekê Kurdistanê yê geşbînim çûnke destpêşxerî ji layê serokê herêma Kurdistanê hatîye kirin."
Berwarî di laykê din yê axftina xweda dibêje, "Ev hêrişên welatên dagîrker bo ser herêma Kurdistanê pêtvîye wek hikûmet xwedî helwêst bît." Weke Berwarî dibêje.
Welatî Ebdulrehman Bamernî dîsan nêrîna xwe anî ziman û got "Ya ji hemîyê giringtir ev layenên Kurdî bo yek rêzîyê biçin û dest ji rikmanîya xwe berden û beref yekrêziyê herin, çûnke yek rêziya me bihêzbûne beramber Îraq û Tirkîyî û welatên dî."
Hêjay gotinêye li van nêzîkan dê kombûnek bilind hête encamdan li ser astê kesên yekê yên hizbên herêma Kurdistanê li serokatîya herêma Kurdistanê, xelk û welatî çaverêne ku encamên vê kombûnê di geşbîn bin ji bo yek rêzî û baştirkirina jîyana welatîyê herêma Kurdistanê.