Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Bajarê Duhokê Tûşbûyên Koronayê Kêm Dibin


Li du ragihandina rêveberîya giştî ya saxlemîya Duhokê, di dawî qunaxa pêla 3 ya vîrusa koronayê de, rêjeya tuşbûyan di van çend rojên derbasbûyî da kêmtirîn rêjeye.

Berya mehekê rêjeya tuşbûyên COVID_19 li ser asta herêma Kurdistanê parêzgeha Duhokê, rêjeya herî zor hatibû tomarkirin.

Hemze M Alî , ji rêveberîya giştî ya saxlemîya Duhokê behsa egeran dike û dibêje ku rêjeya nexweşan di nexweşxaneyan de “gelekî kêm bûye û ew pişkinînên têne kirin 5-6 kesan bi helgirên koronayê tên tomarkirin û eve beref dûmahîyêye.”

Ew dibêje egerên kêmbûna tûşbûyan vedgere bo wergirtina vaksînê.

Vîrusa Omicron di rê da ye û piranîya welatên cîhanê amadekarî ji bo berhingarbûna Omicronî wergirtîne.

Li parêzgeha Duhokê taybetmendê vîrusan DR. Arî Hebîb behsa kartêkirina Omicronî û cudahiya wî di gel yên berya niha dike û dibêje ku ciyawazîya wî ji Delta “pêtir guhorînê li ser kojyên pirotênî dike ta ku 32 guhorînan li ser dike û ramanê hindê dide ku gelek zû belav dibe her wek li Afrîqya Başûr destpêkirî û niha jî li Ewrupa.”

Hêjay gotinêye li ser asta cîhanê ta Îro çi çareyên bingehîn nehatine dîtin bo nemana COVID_19, lê bi wergirtîna vaksînê rêgirî lê tê kirin ku bêhtir belav nebe

Raporta Deng/ Selam Balayî
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:50 0:00


XS
SM
MD
LG