Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rêjeya Tûşbûyên Korona li Parêzgeha Duhokê Zêde Dibe


Ev nêzîkî du hefteyan e rêjeya helgirên COVID-19 û vîrusa nû di zêdebûnê de ye.

Rêveberiya saxlemîya Duhokê vê yekê vedigerîne ne pêgîriya welatîyan bi rênmayên saxlemîyê, bi taybet ne bikaranîna maskan li cihên giştî.

Hemze M. Alî, ji rêveberîya giştî ya saxlemîya Duhok, bo Dengê Amerîka got ku roj bi roj rewşa koronayê bêhtir metrsîdar dibe û ew hejmara kesên bi koronayê dikevin di zêdebûnê da ye.

Di dawî ragehandina wezareta saxlemiya Herêma Kurdistanê di 24 demjimêrên borî da 366 kes wek helgirên koronayê hatin tumarkirin. 93 kes ji wan li parêzgeha Duhokê bûn, 67 kes li Duhok bi temamî çareser bûn û çi kesan canê xwe ji dest nedaye.

Cihê amajêye, wezareta perwerda Herêma Kurdistanê biryara girtina dergehên xwandingehan da ji 12 meha Adarê heta 25 mehê da.

Raporta Deng/Selam Balayî
please wait

No media source currently available

0:00 0:01:46 0:00


XS
SM
MD
LG