Di daxuyaniya herî dawî de ya rêveberîya giştî ya saxlemiya Duhok hat ragihandin ku di 24 demjimêran de 6 tûşbûyên vîrusa koronayê bi temamî çakbûn, ji nexweşxanê derketine û çûne malên xwe.
Herwiha 5 haletên nû yên tûşbûna vîrusa korona hatine destnîşan kirin û zelal bûye ku helgirên vîrusa COVID-19 ne.
Hemze Mihamed, peyvdarê ragihandina Saxlemiya Duhok got “nasnama nexweşên nû nahtiye eşkere kirin tenê hatîye zanîn ku yek ji nexweşan zarkek 6 salî ye".
Welatî Moslih Yasîn, li ser vê webaya cihanî û xweparastinê axvî û got"welatên pêşkeftî hêjî nikarîne vaksîna vê nexweşiyê peyda bikin, welatên rojhilata navîn û yên herêmê li bendê ne ku welatên pêşkeftî vaksînê bibînin, heta ku vaksîn neyê dîtin divê pêgirî bi rêbazên xweparastinê yên weke bikar înana destkêşan, maskan û dest şoştinê hebe".