Xelkê herêma Kurdistanê bi giştî ji bo erdheja li Turkiya û sûriyê xembarin ya ku bi hezaran kes bûîne qorbanî, ku piraniya wan li deverên Kurdanin li Turkiya û Sûryê.
Hikometa herêma Kurdistanê her ji roja êkê ya erdhejê Çendîn harîkariyên mirovî û tendırustî û germkirinê frêkiriin Turkiya. Niha li parêzgehên herêma Kurdistanê û bajêrên herêmê dest bi komkirina harîkariyan ji bo qorbaiyên erdhejê li Turkiya û Sûryê kirye.
Her evro li ser harîkarîya qorbanîyên erdhejê parêzgarê Hewlêrê Omêd Xoşnaw daxwaz ji welatîyan kir ku beşdar bin di komkirina harîkarîyanda û di heman rojda parêzgsrê Duhok di pirês konfiransîda bang li tev welatîyan kir kempînên harîkarîya pêk binin ji bo lê qewmayên erdheja Tirkîya û Sûriyê.
Herçende ta îro ji bo Sûryê tiştek nehatiye hinartin û hikometa herêma kurdistanê çaverêî razîbûna hikometa Sûriyê û layenên berpirsin da bikarin bi rengekê fermî harîkariya wan jî biken. li Duhok ê hawilatî hevxemiya xwe ya mirovayetî û netewî diyardiken.
Cibrael Nêrweyî wek fermanberek li Duhokê ledur vê bûyerê dibêje, “ez hîvî xwazim ku li bîra me neçî 1988-koça milyonî ewan li me xwe kir xwdan.”
Beyar Bavî weke civaknasek li Duhokê dibêje, “direjkirina destê harîkarîyê bi zotirîn dem û hewarhatina wan kesên toşî evê karesatê bûin.”
Dîsan Bavî dibêje, “giringe em keltorê mirovatî peyrew bikeyin bêy codahîya esnî û netewî û dînî, weke mirov temaşabikeyin.”
Hêjayî gotinê ye ku amajê bi salên 1988 û sala 1991 ya koça milîonî diden, ji bo xelkê sersinorên Iraq û Turiya harikaryeka gelek bo kurdên îraqê kir bû. Lewma evro wesa dibînin kurdên herêma kurdistanê digel hikometa herêma kurdistanê ji bo qorbaniyên erdhejê di harîkar bin.