Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Herêma Kurdistana Îraqê Biryara Xwendina Online Dide


Duhok
Duhok

Ji ber rêjeya zêde ya koronayê li Herêma Kurdistana Îraqê di van demên dawî de ku nojdar wê wek pêla duyem bi nav dikin, wezareta perwerdeya Herêma Kurdistanê biryara xwandina online daye.

Ji pola yekê bineret ta 11ê, dê ev biryar roja 17ê meha Nîsanê derbasî warê cêbecêkirnê be.

Li parêzgeha Duhokê çend xwenedkar li ser vê mijarê axivîn û got ku ew bêhtir ji xwandina xwandingehaan û mamostayên xwe dikin, lê ji ber koronayê ew dê online bixwînin.

Mamwostayê zanîngeha Duhok Ehmed Yasîn got:

“Xwandina elktironî çend arîşên xwe hene çunke li derveyî parêzgehê hêla internêtê lawaz e û li hemî cihan nîn e û disan gelek ji xwendkaran şarezayî nin e di teknolojiyayê da.”

Niha wezareta perwerda herêma Kurdistanê bi rêya televizyonê waneyan dide xwendkaran. Dem dabeşkirîye li ser wane û qonaxên xwendinê bi herdu zaravayên kurmancîya jêrîn û jorîn. We xiştek daye her xwandingehekê bo dîyarkirina dema her waneyekê da malbatên xwendekaran agahî li ser hebin û zaroyên xwe agehdar bikin.

Ji bo guhdarîkirina li raportê fayla deng veke

Raporta Deng/Selam Balayî
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:21 0:00


XS
SM
MD
LG