Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Stafa NRT û Serperiştê Velivîna Newey Nûwê Li Duhokê Têne Girtin


Duhok
Duhok

Ji bo bangeşeya xwenîşadana sertaser ya ku Şasiwar Ebdulwahid ragehandî roja Şemiyê li dem jimêr 5 êvarî, heval û endamên Newey Nûwê li Duhok hewla bangeşê dikir weke her bajêrekî din çi di rêya torên civakî û çi di rêya kenala NRT yê.

Lê şeva Înê li ser Şemiyê, hêzên ewlehîyê li Duhokê Aram Husên û serperiştê velivîna Newey Nûwê li Dihuk û Biryar û Tayif Goran stafê NRT desteser kirin û ta amadekirina vê raportê nehatîne berdan.

Li ser girtina wan, Araz Husên birayê Aramî, bo Dengê Amerîka got ku “doh demjimêr 9 êvarî Aram Husên ku birayê mine serperştyarê velvîna Newey Nûwê ye li parêzgeha Duhokê ji bal asayişa Duhokê ve hatîye girtin û ta niha hiç zanyarîyek me li ser nîne.”

Her li ser girtina van hersê kesan me xwast em layenê ewlehîyê wergirin lê kes amade nebû li ser girtina wan biaxive. Eve di demekî da ye li Bexda xwenîşadanên layengirên Sedir berdewam in, di sere ray hewlên diplomasî ji bo çarekirina kêşeyên Îraq û herêma Kurdistanê.

Dawî hewla nûnera UN li Îraqê Cinîn Bilasxart ya ku kombûn di gel rêberê rewtê Sedir Muqteda Sedrî kiri ji bo kongirek niştmanî bi beşdarîya tev layenê Îraqî da ji bo çarekirina tev arîşan û pêkanîna hikûmeta Îraqê.

Hêjay gotineye velvîna Newey Nûwê Îro roja Şeme biryar daye xwenîşadanên sertaserî li herêma Kurdistanê li dar bixe

Raporta Deng/ Selam Balayî
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:38 0:00

XS
SM
MD
LG