Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rêving Kurdistanî: Keysa Zindanîyên Badînan Ber Bi Keyseke Siyasî Ve Diçe


Rêving Kurdistanî yek ji parêzerên xwebexş e di keysa zindanîyên Badînan da, di rûpela xwe ye fermî da daxuyanîyek belav kirîye û dibêje ku çaksazîya mezinan li Hewlerê biryara dadgehê cêbecê naket. Eve jî wê digehînit ku biryara azadkirina zindanîyên Badînan û gîrobûna wan ji keysek yasayî beref keysek siyasî dibe, eger ne di vîyaba berya mehekê hatiban azadkirin.

Li gor benda 329 ya yaseya cezayan ya Îraqê, her fermanberekê biryara dadgehê cêbecê neket yan rêgir bît li cêbecêkirinê, dê bête sizadan bi hebs û xerame yan êk ji herdûyan.

Wê dadgehê biryara azadkirina wan ya mercdar daye çunke wan demê xwe yê zindanê yê bo hatî diyarkirin derbas kirine, lê ta îro nehatine azadkirin û her yek bûhaneyekê dide.

Kurdistanî ji Dengê Amerîka re got:

"Keysa girtiyên Badînan ta niha wek xwe maye, çi pêşdaçûnên nû bi xwe ve negirtine û her kesê kîtab û mamelên girtîyan diçe def, gîro û mimatelê dike."

Rêving dibêje ku "li çaksazîya mezinan li Hewlêrê keysa zindaniyên Badînan ji keysek yasayî ber bi keysek siyasî mamele di gel tê kirin."

Li ser heman keys û gîrokirina azadkirina girtîyên parezgeha Duhok, hijmarek ji parêzerên Zaxo li 16-08-22 daxuyanîyek belavkir û tê da daxwaz ji dadgeh û dawakarê giştî û reveberîya çaksazîya mezinan li Hewlêrê kir ku zîndanîyên Badînan bêne azadkirin çonke dadgehê berî mehekê biryara azadkirina wan ya bi merc daye. Di heman daxuyanîyê da parêzeran daxwaz ji zindanîyên Badînan kirîye gireva birçîbûnê bi dawî bînin.

Hêjayî amajêye ev meheke zindanîyên parezgeha Duhokê di gireva birçîbûnê da ne û rewşa hinan ji wan ber bi xerabîyê ve diçe. Wan biryar daye ta ku azad nebin dê di gireva birçîbûnê da berdewam bin.

Ji bo guhdarîkirina li raportê fayla deng veke

Raporta Deng/Selam Balayî
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:12 0:00

XS
SM
MD
LG