Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Duhokê 80 Hezar Xwendekarên Qunaxa 12an Dest bi Xwendinê Dikin


Li parêzgeha Duhokê 80 hezar xwendekarên qunaxa 12an amadeyî dest bi xwandinê kir. Li dû biryara encûmena wezîran li Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya roja Şemî rêkeftî 16-1-2021, li seranserî Herêma Kurdistanê prosesa xwendinê bo qunaxa 12 amadeyî, bi rênmayên tendirustî û xweparêziya ji virusa koronayê, dest pê kir.

Li ser vê mijarê, ji rêveberîya perwerda gişî ya parêzgeha Duhokê Ehmed Zubêr, berpirsê ragehandina giştî got:

“Berî wextî me hemî amadekarîyên xweparêzîya ji koronayê bo holên xwendinê amade kirin, ji mask û cihazê germê û kerestên tafilkirinê.

Di berdewamîya axftina xwe da Zubêr got:

“Tîmên rêveberiya me dê berdewam seredana holên xwendinê bikin, ji bo bicihkirina rênmayên saxlemiyê.”

Cihê amajêye, li parêzgeha Duhokê 500 hezar xwendekar hene. Îro 80 hezar xwendekar dest bi xwandinê kir û li dû biryara encûmena wezîran, qunaxên din dê li 1-3-2021 dest bi xwendinê bikin.

ji bo guhdarîkirina li raportê fayla deng veke

Raporta Deng/Selam Balayî
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:00 0:00


XS
SM
MD
LG