Lînkên eksesibilîtî

Şandekê Amerîkî yê Çavdêrîya Baxçên Heywanan li Duhokê Ye


Derbarê çawanîya parastina jîngeha Kurdistanê ya taybet bi baxçên heywanan ve, şandekê Amerîkî seredana bajarê Duhokê kir. Ev seredan li gor daxwaza rêxistina parastina Mafên Heywanan ya Kurdistanê pêk hat.

Armanca şanda Amerîkî ji nêzve şopandina rewşa wan ajalên ku li baxçeyên Kurdistanê hatine bicîh kirin e û herwiha fêrkirin û hînkirina kesên taybetmend yên xudankirina heywanan e.

Endamên şandê pispor û karmendên Safari Park ya San Diego hatine, berpirsê Rêxistina Mafê Heywanan Dr. Silêman Temer derbarê hatina şandê agahî da Dengê Amerîka.

"Ev şanda Amerîkî li piraniya herêmên cîhanê digere û çavdêriya baxçên heywanan dike. Me giring dît ku ew werine Kurdistanê jî û pisporîya xwe li Kurdistanê jî, ligel me parve bikin û Kurdistan sûdê ji pisporîya wan bibîne".

XS
SM
MD
LG