Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Duhokî ji Erêkirina Budceya Îraqê Kêfxweş In


Duhok
Duhok

Pesendkirina budceya Îraqê ji alîyê parlamanê wî welatî bûye cîhê kêfxweşîya hemwelatîyan û alîyên siyasî yên û nûnerên Herêma Kurdistanê pirozbahî li hev kirin.

Welatîyên Îraqê û yên Herêma Kurdistanê çaverêya cîhkirina wê ne. Li parêzgeha Duhokê rûniştvan dibêjin ku ew ne geşbin in ku ew rêketin bi cîh were jiber ku tim arîşe di navbera her du alîyan de çêdibin.

Aborîzan Hawkar Remezan dibêje ku bi erêkirina budceya her wîlatekî sîyaseta aborî tê danan. Bi derbazbûna budceya 2021’ê dê geşbûna aborî li Îraqê û herêma Kurdistanê peyda be.

Jiber neşandina behra herêma Kurdistanê di salên derbazbûyî de gelek muçeyên fermanberan nehatine dayîn.

Di sala 2021’ê da fermanberên herêmê 3 muçe wergirtine du bi birîna % 21 û yek jî bi birîna % 18 çaverê ye ku dema giheştina para herêmê ji budceyê ew lê birîna 3 mehan ji were zivirandin.

XS
SM
MD
LG