Rêvebirîya Saxlemîya Duhokê dibêje ku COVID-19 li jêr kontrolê ye û roj bi roj tuşbûyên koronayê ber bi kêmbûnê diçin,
Li ser vê mijara giring ya girêdayi jîn û jîyara welatîyan, ji rêvebirîya saxlemîyê Duhokê Hemze M. Alî ragihand ku nêzî 32 hezar kes bi koronayê ketine û 18 hezar bi temamî qenc bûne û 13 hezar kesên din jî li jêr çareserîyê ne.
Wî da zanîn ku 628 nexweşan canên xwe ji dest dane û li nexweşxanê tenê 150 nexweş hene û rewşa wan jî baş e.
Hêjayî balkişandinê ye ku jîyan li parêzgeha Duhokê bi rengekî asayî bi rêve diçe û her kes li ser karê xwe ye, lê holên şehyanan hîn girtî ne û tazî li mizgeftan nayên dayîn.