Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Duhokê Rewşa Dawî ya Nexweşîya COVID-19 Çi Ye?


Rêveberîya Giştî ya Saxlemîya parêzgeha Duhok ragihand ku di çend hefteyên borî de rewşa jiber COVID-19 ber bi başîyê diçe.

Endamê rêvebirîya sazîyê Hemze M.Alî di derbarê rewşa nexweşên ku li nexweşxana taybet ya vîrusa koronayê (nexweşxaneya Azadî) têne derman kirin de agahdarî ragihand.

“Li nexweşxanê tenê 23 kes mane, rewşa piranîya wan nexweşan baş e, lê rewşa 9 ji wan kesan xirab e,” wî got.

Rêvebir M.Alî bahsa damezrandin û xizmetên nexweşxaneya Azadî ya bi tevahî jibo dermankirina nexweşên COVID-19 hatîye veqetandin jî kir.

Hemze M.Alî dazanîn ku wan di Tebaxa 2020'da nexweşxaneya Azadî ya Perwerdehî û Lêkolînê bi sedema rêjeya zêde ya nexweşên vîrusa korona biryar dane ku vê wek nexweşxaneya taybet ya peketîyên COVID-19 têkin xizmeta gelê Duhokê.

“ Piştî amadekarîyên çar mehan me beşa yekê ya dermankirinê , pêşîgirtinê û dermanan vekir da ku em bikaribin demûdest xizmeta welatîyan bikin û alîkarîyan bikin,” wî got.

Hejayê balkişandinê ye ku wezareta saxlemîya hikûmeta Herêma Kurdistanê di 24 saetên borî de li li parêzgeha Duhok 16 bûyerên nû yên vîrusa korona û 1 mirineke jiber heman vîrusê ragihand.

Wezaretê herwiha ragihand ku 16 kes jî bi tevahî ji nexweşîyê rizgar bûne.

SB_02_16_2021_COVID-19
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:30 0:00

XS
SM
MD
LG