Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Duhokê Pêketin û Mirinên ji Korona Didomin


Rêvebirîya Saxlemîya Duhokê ragihand ku di 24 seatên dawî de 180 pêketinên nû yên koronayê hatin tomar kirin û 6 nexweş canên xwe ji dest dan.

Li ser xweparêzîyê ji koronayê çend welatî dibêjin ku dema gîyayên bûharê ye û giring e ku mirov gîya bixwe û bi karanîna maskan û ji dûrmayîna ji cîhên qerebaliq xwe biparêzin.

Dr. Cefer Seid behsa egerên bilinbûna rêjeya tûşbûyan kir û got ku COVID-19 xwe berdewam diguherîne e niha ji ya berê bi hêztir e.

Seid bal dikşîne ku gel heta niha jî bi rênmayên saxlemîyê ne pêgîr in û ew jî dibe sedema belavbûna nexweşîyê.

Hêjayî bîrxistinê ye ku li parêzgeha Duhokê ta nûke tenê 20 hezar kes vaksîn wergirtîye ku ev jî nabe yek ji sedê şenîya herêmê.

Rêvebirîya Saxlemîyê bangî welatîyan dike ku vaksînê wergirin da ku rêjeya mirinê kêmtir be.

SB_04_26_2021_Korona_Dawî
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:05 0:00

XS
SM
MD
LG